Kobanê: 120 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 12:21 PM - 2014-07-31
Kobanê: 120 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Kobanê: 120 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Li rojavayê herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûnên 24 demjimêrên borî de a di navbera hêzên YPG û çekdarên DAIŞ de 120 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê di çarçoveya operesyona YPG de ku roja sêşemê di demjimêrên êvarê de li gundên rojavayê herêma Kobanê Cib El-ferec, Geteş, Şêxler û Girê Zagros li dijî çeteyên DAIŞ'ê kampaniyeke paqijkirinê dest pê kiribû .

YPG, di wan pevçûnan de zêdtirî 120 çeteyên DAIŞ`ê kuştine û bi dehan jî birîndar kirine. Li aliyê din şervanên YPG'ê dest danîn ser çekekên wekî doçka 12.5, RBC, Kilaşinkovek û dûrbîneke şevê yên çeteyan. Her wiha di van pevçûnan de 14 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAIŞ'ê gundên rojavayê herêmê bi topên hawanê topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên welatiyên sivîl. Şer jî hîna didome.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket