Emerîka nikare dest deyne ser nefta Herêma Kurdistanê

kurdistani 11:48 AM - 2014-07-31
Emerîka nikare dest deyne ser nefta Herêma Kurdistan

Emerîka nikare dest deyne ser nefta Herêma Kurdistan

Dadgeha herêmî ya dewletên Yekbuyî Emerîka (DYA)yê ji ber hinceta ku Herêma Kurdistanê nikare bêyî destûra hikûmeta navendî ya Êraqê neftê bifroşe, biryar dabû ku dest deynin li ser nefta di tankêra ku gihîşt bêndera Teksasê.

Dadgerê Federal a DYAyê biryar da ku tankêra bi navê United Kalavrvtayê ya ku nefta Herêma Kurdistana Êraqê dikşîne û gihîşt bêndera Teksasê, ji ber ku 100 kîlomêtro dûrî peravên DYAyê ye, Emerîka nikare biryara destdanîna ser neftê bisepîne. 

Dadgerê Federal Nancy K. Johnson destnîşan kir ku tankêr 100 kîlomêtro dûrî peravên DYAyê ye, divê ve mesele di navbera Bexda û Hewlêrê de were çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye ku keştiya (United Kalavrvta) di 23yê hezîranê de ji bêndera Ceyhanê nefta Kurdistanê bar kiribû û derketibû rê. Tankêra bi navê United Kalavrvta ya ku bi bihayê 100 milyon dolarî nefta HKIyê barkirî ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Marie Harfê di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de diyar kiribû ku helwesta DYAyê ya li ser firotina nefta HKIyê de neguheriye, lêbelê dê midaxeleyî fealiyetên navbera şîrketan de jî nekin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket