Ger ez li Tirkiyeyê bûma...Necîbe Qeredaxî

kurdistani 11:36 AM - 2014-07-31
Necîbe Qeredaxî

Necîbe Qeredaxî

Di 10’ê tebaxê de hilbijartina serokomarêya Tirkiyeyê heye. Ev hilbijartin ji bo her ferdekê li Tirkyeyê hem di aliyê hemû reng, ol, etnîk û beşên cuda yên civakê mijareke heta bêje asta mêjî teqandina xwe hawceyê ponijandinê heye.

Serokomar ne weke projeyeke ji derve yan jî ji jor de tê hilbijartin. Vê carê bi dengên gel û hemwelatîyan tê hilbijartin. Ji xwe beşeke civaka Tikirye û Kurdistanê ji niha de di navbera 3 namzetan da tercîha xwe kirine, lê ji bo piranîya civakê wer xweya dike ku hîna jî tercîha xwe diyar nekirine û dibe ku di dema propagendeya hilbijartinê de tiştên bên gotin û peyamên bên dayîn, rabûriya nemzetan li ser dengdêran bandor bike.

Ez wer bawerim ku yên dengê xwe didin, divê pir baş bifikirin. Bi taybetî jin. Di tercîhên ser sendûqan de du faktorên girîng ên serokomarê nû heye, yek di vê bê fikirin ka çi ji bo rengên cuda dê bine û ji bo jinan dê çibike? Ev fikirîn di dema dengdayînê de girînge.

Nêzî 90’î saliye Tirkiye bi mêjîye yek dewlet, yek al , yek ol û yek..yek.. tê birêvebirin. Niha jî hem Erdogan û hem Ekmeledîn Îhsanoglu ji vê hişmendiyê derneketine û derketin jî ji bo wan, ji xwe tê wataya hilweşînê. Ev yek , yek jî tê wataya rengên din nîne û di nav de jî jin qet tuneye. Gotinên nav û deng ên Erdogan hîna di guhên me de deng ve didin. Gotinên Erdogan ên “Sê zarokan çê bikin, mafê jinê yê kurtajê tuneye, mafê jinê tuneye ku bi dengê bilind bikene û bike tîqetîk” canê sê jinan stand û ger Erdogan bibe serokomar dê ev hejmar zêde bibe.

Tenê di dema desthilatdarîya Erdogan da 6 hezar û 910 jin hatine qetilkirin û di 6 mehên 2014’an de jî herî kêm 106 jin hatin qetilkirin. Dema ku ez tenê li vî aliyî dinêrimi, ger ez hemwelatî Tirkiyeyê bûma, minê qet dengê xwe nedabûya Erdogan. Ez ji kîjan neteweyî bûma ferq nedikir, ji ber ku ez destpêkê mirovim, ez jinim û di serde jî ez kurdim.

Ji xwe dema jiyan û rabûrîya Ekmeledîn Îhsanoglu tê xwedin, divê tu kes dengê xwe nede wî. Ez bawerim hebûna wî ya li Çankayayê dê ji bo Tirkiyeyê felaketê bînê. Encax derdorên faşîst û neteweperest dengê xwe bidin wî.

Lê ger ez hemwelatiyên Tirkiyeyê bûma, min qet di kêleka mêjiyê xwe re jî der bas nedikir ku ez dengê xwe bidim Ekmeledîn Îhsanoglu.
Em werin ser mijara esasî ya namzetîya Selahattîn Demîrtaş.

Di vir de ezê ne weke kurdekê, tenê weke jinekê bifikirim. Ji ber ku kurdbûn di kêleka her dû namzetên din de tê wataya “Cerdevanîya siyasî” ev divê pir zelal û bê teredût bê zanîn. Bê guman bi ked û têkoşîna jinan gelek destkeftî hatine bi dest xistin lê di dema hevserokayetiya Demîrtaş a di BDP’ê de li Tikiriye û Kurdistanê qonaxeke herî zêrîn hat der bas kirin. Mînakeke bi vî awayî li tu cihêke cîhanê tuneye ku jin evqasî bi hejmareke mezin bibin hevserok û hevşaredar.

Di vê mijarê de keda wî jî heye. Ji ber van sedem û pir sedeman ger ez ermenî, çerkez, elewî û asûrî bûma minê dengê xwe bida Demîraş. Herî kêm bê tirs minê weke jinekê dengê xwe ji bo wî bi kar anibûya.

PUKmedia/A.Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket