Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Sandviken ê Swêdê

kurdistani 09:30 PM - 2014-07-29
Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Sandviken ê Swêdê

Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Sandviken ê Swêdê

Di rojên navbera çarde heta şazdê tebaxa îsal de14-16.08.2014, wê li bajarê Sandviken ê Swêdê, mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê lidarkeve. Bajarê Sandvikenê heman bajar e ku kongireya damezrêner a HRRK Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, berî deh salan, lê çêbû. 

Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên HRRKe li bajarên welatên Ewrupayê destpêkiribû, ku di adara derbasbûyî de li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê çêbibû û bi beşdariya çil helbestvan, hunermend û nivîskaran, bi awayekî serkeftî û bi şopandineke germ û gurr encam dabû. Herweha komîta çalakiyan a HRRKe wê di lidarxistina van çalakiyên bi vî rengî de, li bajarên Ewrupayê û li gorî derfetan, dewam bike. 

Nexasim ku ev çalakiyên weha ji du hêlan ve giring in. Ji hêlekê ve roleke mezin di geşkirina tevgera çand û hunera kurdî û belavbûna wê de, dilîze. Ji hêla din ve jî, derfetan li ber hemû kedkarên çand û hunera kurdî vedike, da ku hevdu bibînin û têkiliyên xwe yên berhemdarî bi hev re xurt bikin. Em bi dilekî germ bang li hemû Kurd û sûriyên ku li derûdora bajarê Sandvikenê dijîn, ku beşdarî karûbarên mîhrecanê bibin. Mîhrecan wê di demjimêr pêncê êvarê de, bi nîşandana tabloyên şêwekarên kurd, li salona hunerê ya bajêr, dest pê bike. Herweha di her du rojên pazde û şazde yên tebaxê de wê gelek semînerên wêjeyî û siyasî, şevbuhêrkên helbestê, çîrokê û şanoyan bêne pêşkêşkirin. di nav re jî wê roj bi stiran û muzîkê bêne xemilandin. 

Vexwendin vekirî û ji bo her kesî ye. 

Berdevkê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê 

Helîm Yûsiv 

29.07.2014

......................................................................... 

Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê Sandviken - Swêd 

14-16. 08. 2014 

Adress: Sandvikens Kulturcentrum 

Köpmangatan 3 

811 80 Sandviken, Sverige 

[email protected]

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket