Birûskeya pîrozbahiya serok Talebanî bi boneya cejna rojiyê

kurdistani 04:18 PM - 2014-07-29
Birûskeya pîrozbahiya serok Talebanî  bi boneya  cejna rojiyê

Birûskeya pîrozbahiya serok Talebanî bi boneya cejna rojiyê

Bi boneya hatina cejna Rojiyê ya sala2014`an, serok Mam Celal, bi riya birûskeyeke pîrozbahiyê, pîrozbahî li welatiyên Êraq û gelê Kurd û tevayîya musilmanên cîhanê kir.

Her weha ji bo xwendina naveroka wê birûskeyê, fermon evê li xwerê bixwînin:

Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban 

Bi helkefta cejna Remezana pîroz,  ez pir kêfxweşim ku pîrozbahiyên xwe pêşkêşî  tevayî  welatiyên xweşdevî yên Êraqê bi gişt çîn û tûyîjeyên wê dikim,  ji Xwedayê mezin û mîhreban daxwaz dikim ku rojiyê her kesî bipejirîne , hêviya me ewe ku welatiyên Êraqê yên xweşdevî,  ji vê rewşa nexweş û ne aram bi baweriyeke bê wêne û parastina yekrêziya miletê me û ezmûna demokrasiyê derbas bikin, û berdewam bin di avakirina Êraqeke demorat, azad, yekrêz û aram.

Vê helkeftê ji bo pîrozbahiyan li hemwelatiyên Kurdistanê bikim, û hêviya jiyaneke ewle, pêşketî û dewlemend, jiyaneke yekrêz û yekgirtî, biratî û hevkar bikim, û ji bo berdewam bin di hewildanên avakirina sîstemeke demokratîk û parlemanterî de, di çarçoveya destura Îraqê de ya welatiyên Kurdistanê pesend kirin û ji bo wê û avakirina demokrasiyê û azadiyê gelek qurbanî dan, weku derfetekê dibînim.

Bi vê helkefta pîroz jî, ez  hemû xwîşik û bira,  rêhevalên xwe yên di nav hemû  alî û hêzên siyasî yên di welat de ne, her weha serkirdeyetiyên Êraqê yên dilsoz jî, bi germî pîrozbahiyê li wan hemûyan  dikim û ez palpişta xebata wan ya pêkanîna hikûmeteke li gor desturê  silav dikim û bi destê wan diguvişim û bang li wan dikim bi heman hêz û germahiya nîştimanî, xebatên sazkirina hikûmetê bidawî  bikin, hêvîdarim  ku rewşa nelibar ya ku Êraqê di nav de ye, bi baş binirxînin û berjewendiyên gelê Êrqaê li berçavan bigrin û bi ser  berjewendiyên xwe yên teng û kesayetî  û partîtiyê û yên tayefegeriyê re bigrin. 

 Her weha arîşeyên xwe derbas bikin û yek deng bin li hermberî  êrişa  terorê ya ku  welat rûbirûyê bûye,   tako parastina destkeftên ezmûna demokrasiyê ya li Êraqa nûh avabûye bê bisetxistin.

Dawakarim  li Xwedayê mezin û mîhreban  we biparêze ji bo xizmekirina welatiyên Êraqê ku bi aramî girtina pir ji ber vê welatî kuazarê dikişînin.

Hêviya min ewe ku hûn tevahî cejneke xweştir derbas bikin û  hemû salên we di xweşîiyê de bin.

 

Birayê we yê dilsoz

Mam Celal

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket