DAIŞ jinên kurd nas nake ... Suna TUNÇ

kurdistani 01:18 PM - 2014-07-26
DAIŞ jinên kurd nas nake

DAIŞ jinên kurd nas nake

Kobanê ev saleke û bi taybetî jî ji 2’yê tîrmehê ve ye di bin dorpêça  çeteyên DAIŞ’ê de ye.  Çeteyên  dijminê mirovahiyê  bi alikariya  hêzên berjewendîperest li derdora Kobanê agirek vêxistinê û dixwazin  di nav vî agirî de hemû nirxên azadiyê, demokrasiyê,  bingehê  pêkvejiyana gelan bişewitînin.

Çete pêşî dixwazin Kobanê paşê  gav bi gav hemû Kurdistanê dagir bikin. Ji ber zîhniyeta wan a kevneperest  di serî de jî dixwazin dergûşa mirovahiyê,  warê xwedawendan  ji bo hemû jinan bikin goristanek.

Lê bawer dikim çeteyên dest bi xwîn  hîn gelê kurd û jinên azadîxwaz  baş  nas nekirine.  Niha Kobanê  bi jin û mêrên xwe, bi zarok û zêçên  xwe, bi şervanên xwe yên ji tevahiya Kurdistanê li ber xwe dide  Li hemberî tang û topên kujeran ger  dayikên li Kobanê  îro çek hildabin ser milên xwe,  diyar e dê bi asayî negihîjin armancên xwe.

Belê  di vê demê de yek ji tişta herî balkêş li Kobanê ji aliyê  dayikên me ve avakirina  tabûrek  bi navê Şehîd Jîn bû.  Dayikên 40-50 salî digotin  bi keviran jî bimîne  em ê  nehêlin ev çete bigihîjin armancên xwe.  Di rastiyê de ev ji bo me hemûyan bangawaziya tevlibûna şoreş û têkoşîna li Kobanê bû.  Jinên ciwan ji bakurê Kurdistanê bangewaziya dayikan bihîstin û sînorên dagirkeran derbas kirin û  di nav yekîneyên YPJ’ê de cih girtin.

Li Kobanê  hin dayikan jî keçên xwe  bi bavê wan re rêkirin eniya şer.  Hinekan  tevlibûna merasîma şehîdan ji bo xwe  pîroz dîtin û bi tilîliyan şehîdên xwe ango zarokên xwe  oxir kirin.

Dayikên aştiyê  serdana  birîndaran dikin û wan  bi hestên germ ên dayiktiyê  hembêz dikin.  Li aliyekî din hinek jin ji şervanên li eniyê re xwarinê  çêdikin,  bi civînan gel der barê êrîşan de  agahdar dikin.  Li aliyekî din jî di xebatên çandî de cih digirin.

Û şervanên  YPJ’ê , dibe ku zêde kes nizanibe,  lê fermandara leşkerî ya Kobanê  têkoşereke jin a ji Efrînê ye. Bi  şev û roj li eniya şer digere.  Di berxwedana Kobanê de  gelek şervanên YPJ‘ê  şehîd ketin.  Min li şervanên YPJ’ê yên li eniya şer guhdar kir.  Piranî ciwan bûn û xwediyê dilekî mezin bûn. Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo hemû gelan, çandan û baweriyan baş analîz dikirin. Li pêşeroja Rojhilata Navîn difikirîn û ji bo avakirina jiyaneke azad bi biryar bûn. Tirsa ku çete bi hovîtiya xwe dixwazin belav bikin di çavên wan de xuya nedikir.

Li aliyekî din dema  li Bêrecûkê  sînorên dagirkeran hat derbaskirin baskên şervanên YPJ’ê  hebûna ew ê bifiriyana.  Mîna  erda ji tîna biterike û bigihîje avê, bi dilsozî  behsa  hestên xwe yên wê kêliya,  bêwatebûna  sînoran dikirin. Diyar bû baş fêm kiribûn ku di 19’ê Tîrmehê  de derbaskirina sînoran pûçkirina Peymanên Lozan û Sykes-Pîcot  bû.

Belê jinên li Kobanê ji ber ku gundên xwe bernedan  bi topên kujerên DAIŞ’ê  birîndar bûn, yan jî jiyana xwe ji dest dan. Hinekan ji bo cihê çeteyan bibe dojeh û ew jî heman êşan bijîn nifirkirin.

Bawer dikim ku nifirên dayikan qebûl dibin.  Ev  olperestên ku  li serê  mislimanên qenç jî  bûne bela, êdî nefretek mezin  a  mirovên alîgirên jiyaneke birûmet û azad in qezenç kirine.  Weke ku ew tim ji xwedê dixwazin wê tu carî nebin  evdên xwedê yên tên hezkirin. Û bawer dikim ku weke jinên li Kobanê dibêjin bi keviran jî bimîne ew ê ev çete negihîjin armancên xwe…

PUKmedia/Azadiya welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket