Yekîtiya Demokrat: Beyannameya serfermandaiya Tirk derew derxist

kurdistani 08:57 PM - 2014-07-22
Yekîtiya Demokrat: Beyannameya serfermandaiya Tirk derew derxist

Yekîtiya Demokrat: Beyannameya serfermandaiya Tirk derew derxist

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê bi beyannameyekê nûçeya rûpela fermî ya serfermandaiya artêşa Tirk red kir û derew derxist.
Rûpela fermî ya serfermandariya artêşa Tirkiyê bi beyannameyekê ragihand ku di encama pevçûnekê ligel yek ji yekîneyên bi ser PYD`ê ve ne li ser sînorê bakûr û Rojavayê  ji aliyê Serêkaniyê ve 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, beyannemeya serfermandariya artêşa Tirk da xuya kirin ku dema yek ji komên çekdar ên bi ser PYD`ê ve hewldan sînor derbas bikin û bi kevin nav xaka Bakûrê Kurdistanê, ketin pevçûnê  ligel hêzên artêşa Tirk û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
PYD`ê ji aliyê xwe ve bi beyannameyekê ji aliyê komîta rêvebir  partiyê ve ev nûçe ji û beyannameya serfermandariya Tirkiyê ji binî ve red kir û şermezar kir, PYD`ê ragihand ku di serî de ew ne hêzeke leşkerî ne, ew bi tenê hêzeke siyasî ne û ti peywendiya wan bi karûbarên leşkerî ve nîne û ti agahiyên wan ji bûyerê û çîroka wê nîne.
Komîta Rêvebir a PYD`ê wekî din da xuya kirin ku di demkê de Sûriyê di nav qeyraneke mezin de ye û ger ev qeyran çareser ne be dê bandore bi ser hemû welatên herêmê de bike û ji aliyekî din ve êrişên hêzên terorê û tarî  bi teybet ser  bi Kobanê de êrişên xwe bi ser Rojava de gur dikin û çend welatên herêmê destekê didin DAIŞ, em dibînin çend  alî ji berdêla ligel hev xebat û tevger bikin ji bo aştiyê di Rojhilata navîn de, rijdin li ser afrandina gotegotin bi vê rengî ku ji rastiyê ve dûrin.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî agahiyên ANHA diyar kirine şevê bihurî li nêzî gundê Elok a dikeve rojhilatê Serêkaniyê,  di demjimêr 12:00 de pevçûnek di navbera cendirmeyên Tirk û qaçaxciyan de derket.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket