Li Hesekê teqîn sê welatiyan jiyana xwe ji dest da

kurdistani 05:47 PM - 2014-07-22
Li Hesekê teqîn sê welatiyan jiyana xwe ji dest da

Li Hesekê teqîn sê welatiyan jiyana xwe ji dest da

Îro sêşemê piştî nîvro li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistan teqînekê rû da di encamê de sê welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Jêdereke çavdêr ji bajarê Hesekê îro sêşemê  ji PUKmedia yê re ragihand ku îro piştî nîvro li naverasta bajarê Hesekê bombeyek çandî teqiya.

Çavdêrên bûyerê tekez kirin ku bombeya çandî li navarasta bajarê Hesekê li pêşberî yek ji dukanên meyfiroşê ya dikeve beremberî sînama Qahîra teqiya û di encamê de sê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da ku yek jê Jine.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên rêjîma Sûrî bi lez devera teqîna bombeyê dorpêç kirin û rê birîn.

PUKmedia / Hesekê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket