Meledînov bixêrhatina Serok Mam Celal kir

kurdistani 03:41 PM - 2014-07-22
Meledînov bixêrhatina Serok Mam Celal kir

Meledînov bixêrhatina Serok Mam Celal kir

Nûnerê teybet a sekreterê giştî ya NY li Êraqê Nîkolay Meledînov nameyek arestey serok Mam Celal kir û bixêrhatina vegerî wî li welat kir û diyar kir ku ew hêvîdare Serok Mam Celal bi temamî bê serxwe ve.

Meledînov di peyama xwe de got: Vegera we ya welat di dema xwe de hat, rastî demekê hat ku Êraq di dîroka xwe de li beremberî astengiyên bê hamba de ye.

Meledînov her wiha di peyama xwe de cext kir û got; Îro û ji her demekê bêtir, Êraq ta karibe li bermeberî ew erkên zor raweste û ew cêwaziyên ku di navbera pêkehateyan de hene bi heman hêz û çoşa we di salên bihurî de nîşanda ye ji holê  rake, pêdiviya Êraqê bi we heye.

Meledînov wekî din bang li komên siyasî kir ku di civata bê ya encumena nûneran de serokkomar hilbijêrin û gelekî dereng nekevin û got; Di demekê de ku beşek ji welat di bin kontirola hêzên terorê de ye û bêtir ji milyonekî ji welatiyên Êraqê neçarî kocberiyê bûne û kêm netew ji mal û deverên xwe têne derxistin, pêdiviya Êraqiyan bi wê yekê heye ku bibîn siyasetmedar li hev dicivin û ji bo berjewendiyên pêkhateyên Êraqê ligel hev di danûstandinê de ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket