Newşîrwan Mustefa serdana serok Talebanî kir

kurdistani 12:01 PM - 2014-07-22
Newşîrwan Mustefa serdana serok Talebanî kir

Newşîrwan Mustefa serdana serok Talebanî kir

Ji bo bixêrhatin û li rewşa tenduristiyê pirsîn, îro Newşîrwan Mustefa serdana serok Mam Celal kir.

Îro roja sêşemê 22-7-2014`an li bajarê Silêmaniyê, Rêxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mustefa bi hevaltiya Mihemed Tewfîq Rehîm  serdana serok Mam Celal li avahiya Dabeşanê kirin.

Her weha Rêkxerê Tevgera Gora Newşîrwan Mustrefa digel Mihemed Tewfîq Rehîm, ji bo bixêrhatina serok Talebanî bikin û rewşa tenduristiya wî bipirsin, gihîştin mala serok Talebanî û çav bi serok ketin. Biryare ku îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serdana serok Mam Celal bike.

Hêjayî gotinê ye ku duh roja duşemê 21-7-2014`an, serok Mam Celal digel endamênserkirdeyetî û politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî civiya û ew dîmenên vîdîyoyî buye cihê dilxweşiya tevahiya gelê Kurd û Kurdistan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket