Di meha bê de mûçeya fermanberan wê bi dolaran be

kurdistani 11:18 AM - 2014-07-22
Di meha bê de mûçeya fermanberan wê bi dolaran be

Di meha bê de mûçeya fermanberan wê bi dolaran be

Di meha bê de, mûçeya fermanberan yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê li cihê dînaran bi dolaran bê dayîn.

Serokê fraksyona kesik ragihand ku îro wê hemû serokên fraksyonên parlemanê digel digel serokê Encûmena Wezîran ya Kurdistanê bicivin, wê di wê civînê de, li ser mûçeyê gotûbêj bikin. Biryar weye ku di mehê bê de, mûçeya fermanberan bi dolaran bê dayîn.

Di wê barê de, Bêgerd Talebanî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro roja sêşem hemû fraksyonên siyasî yên parlemana Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina rewşa aborî û mûçeyan, wê digel serokê Encûmena Wezîran yê Herêma Kurdistanê bicivin.

Talebanî aşkire kir ku wê hewil bidin ku mûçeya fermanberan li pêş cejnê bê dayîn , bi taybet yên ku mûçeyên xwe heya niha wernegirtine.
Her weha Bêgerd Talebanî ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo pirsa peran tu pirsgirêk nînin, lê perê wê vê carê bi dolaran be, ji ber ku dema guhertina dolaran bi pareyên dînarên Êraqê nîne û vê mehê bê wê bi dolaran be tako amadekariyê ji guhertina dolar bi dînaran dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket