Li rêya Amed-Çewlikê karesata LPG: 1 mirî 65 birîndar

kurdistani 09:48 AM - 2014-07-22
Li rêya Amed-Çewlikê karesata LPG: 1 mirî 65 birîndar

Li rêya Amed-Çewlikê karesata LPG: 1 mirî 65 birîndar

Li ser rêya bejahî ya navbera Amed-Çewlikê li nêzî navçeya Liceyê di encama teqîna tankereke bi LPG barkirî de, kesekî jiyana xwe ji dest da, 65 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tankereke bi LPG barkirî ya plaqeya wê nehat zanîn, di kîlometreya 90. a rêya bejahî ya Amed-Çewlikê de qelibî û dûre teqiya. Şewata li tankerê piştre bi du otobusên rêwiyan û hin wesayîtan ket. Di bûyerê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da, 65 kes jî birîndar bûn. 65 birîndar bi helîkopterên leşkerî û ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Amed û Çewlikê.
Beşek ji birîndarên bedena wan şewitî piştre sewqî Êlih, Elezîz û Rihayê hatin kirin.

Ji ber bûyerê li hemû nexweşxaneyên dewletê destûra bêhndayînê hat rakirin. Di bin rêveberiya Walîtiyê de maseya krîzê hat avakirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û DBP'yî çûn serdana birîndarên li nexweşxaneyê û der barê rewşa wan de agahî stendin.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket