Silêmanî: Di 6 mrhan de 220 kesan jiyan ji dest dan

kurdistani 09:21 AM - 2014-07-22
Silêmanî: Di 6 mrhan de 220 kesan jiyan ji dest dan

Silêmanî: Di 6 mrhan de 220 kesan jiyan ji dest dan


Li gor amareyeke polîsên hatûçû yê Silêmaniyê ku îsal di heyama şeş mehan de, ji ber butyerên hatûçûnê li parêzgeha Silêmaniyê, 220 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ev jî li gor demên borî pir kêmbûne, ji ber ku girîngî bi rênmayên hatûçûnê tê kirin û pabendiya şofêran bi yasayên ajotinê dikin .

Duh roja 21-7-2014`an di kongireyeke rojnamevanî de, peyvdarê hatûçûna Silêmanî Behmen Ebdula ragihand ku zêdebarî ku di şeş mehên dawiyê de, hejmara otombîlan pir zêdebûne, lê ligel wê de jî, hejmara buyerên hatûçûnê jî pir kêmbûne.
Ji ber ku werbêjkirina şeş mehên dawî digel salên borî de, ji me re derdikeve ku ew buyerên hatûçûnê ku li parêzgeha Silêmaniyê pêkdihatin pir kêmbûne, ew jî vedigere ser kar û xebata rêveberiya hatûçûnê û pabenbûna şofêran bi rênma û yasayên hatûçûnê.

Wî peyvdarî aşkire kir ku di heyama şeş mehên borî yê îsal de, hejmara qurbaniyên hatûçûnê li parêzgeha Silêmaniyê gihîştiye 77 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 330 kes jî birîndar bûne, di demekê de ye ku di salên borî de, hejmara qurbaniyan di şeş mehan de, 220 kes jiyana xwe ji dest dane û 2835 kesên din jî birîndar bûne.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket