Lêkolîn li keysî Bedêwî bi dawî hat

kurdistani 08:47 PM - 2014-07-21
Lêkolîn li keysî Bedêwî bi dawî hat

Lêkolîn li keysî Bedêwî bi dawî hat

Lêkolîn li keysî rojnamevanê Ereb yê ku hatibû kuştin, Bedêwî bi dawî hat.

Peydarê fermî yê Encûmena Bilind ya Dadweriya Êraqê ragihand ku dadgeha navendî ya Êraqê di roja 23 vê mehê de, wek roja dawî ji mijara keysa rojnamevanê kuştî Mihemed Bedêwî ye.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê dadweriya bilind ya Êraqê Ebdulsetar Beyreqdar ragihand ku wê roja 23-7 roja herî dawî ya lêkolîna li keysa rojnamevanê ku hatiye kuştin Mihemed Bedêwî be, her weha ji ber nebûna belge û pêdewîstiyên di derbarê derxistina rastiya tawanê, lêkolîna li ser wê keysî hatibû paşvexistin..

Desteya dadweriya Êraqê ragihand ku lêkolîna li keysî kuştina rojnamevan Mihemd Bedêwî bi dawî bûye û tawanbrê wê keysî jî, bi madeya 406 yê yasaya sizedana Êraqê , radestî dadgeha tawanan hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di çend mehên berê de, li nêzîkî koçka serokkomariya Êraqê, rojnamevanê Ereb Mihemed Bedêwî ji aliyê pasevanên serokkomar ve hatibû kuştin û li ser wê buyerê, ew lêkolînê digel mulazimê yekê Mulazim Ehmed dest pê kiribû, lê piîtî bi dawîbûnê, ew ji bo dadgehê hat şandin..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket