Artêşa Êraqê Hiwêce bombardiman dike

kurdistani 01:45 PM - 2014-07-21
Artêşa Êraqê Hiwêce bombardiman dike

Artêşa Êraqê Hiwêce bombardiman dike

Îro 21/7/2014 careka din balafirên şer ên artêşa Êraqê  dest bi bombardimana navend û baregehên DAIŞ li qeza Hiwêceyê kir û têde çendîn welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Jêderekê taybet li qeza hiwêceyê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê balafirên şer ên artêşa Êraqê dest bi bombardomankirina baregehên DAIŞ li qeza Hiwêceyê kiriye.

Jêderê got: balafirên şer taxa Ewan kirine armanc û di encamê de çendîn xaniyên welatiyan ruxane û hejmarek welatî şehîd û birîndar bûne. Her weha niha xelkê navçeyê mijûlî derhênana termê wan welatiyane ku li jêr dar û berên xaniyê wêrankirî de  mane.

Hiwêce yek ji wan qezayên ku dikeve başûrê bajarê Kerkûkê û piştî dagirkirina Musilê ji aliyê DAIŞ ve ew qeza jî kontrol kirine.

PUKmedia/Sîrwan Kerkûkî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket