Kobanê: 4 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 01:08 PM - 2014-07-21
Kobanê: 4 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Kobanê: 4 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Li gundên derdora Kobanê, di encama pevçûnên navbera YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de 4 çete hatin kuştin. Di topbarana çeteyan a li rojhilatê herêmê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.

Çekdarên DAIŞ’ê yên hewl dan ji gundê El-Beyadiyê derbasî gundê Cibnê yên rojavayê herêma Kobanê bibin, rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li aliyekî din dema ku çete bi wesaîteke leşkerî di navbara gundên Sîpîquran û Ehmediyê diçûn û dihatin, şervanên YPG’ê wesayît hedef girtin. Di encamê de wesayît hate rûxandin û çeteyên tê de jî ku bêtirî 4 çeteyan bûn hatin kuştin.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê gundên Gabelek, Cirn, El-Huriyê û Serzorî yên rojhilatê herêmê bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de şervanê YPG’ê yê bi navê Hogir Çîlo jiyana xwe ji dest da.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket