Çopî: Çeperên Kobanê û Kerkûkê yek in

kurdistani 11:44 AM - 2014-07-20
Çopî: Çeperên Kobanê û Kerkûkê yek in

Çopî: Çeperên Kobanê û Kerkûkê yek in

Li 19/7/2014 li welatê Belcîka 2. Salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate kirin û çendîn hunermendên navdarên Kurd weku (Çopî, Xelîl Xemgîn û Hesen Şerîf) têde beşdar bûne.

Di wê derbarê de hunermenda navdar a kurd got: Bi şanazî ez beşdarî bîranîna duyemî salvegera şoreşa rojava dikim  ku sala borî jî di heman rojê de min beşdarî kir. Ez bi dil û can li gel xebat û berxwedana gelê Kurdim ez tu cawaziyekê nabînim di navbera Qamişlo û Kerkûkê, Mihabadê û Amede de.

Çopî got: Dibê zêdetir yekîtî û yekrêziya netewî em biparêzin, çeperên Kobanê û Kerkûkê yekin û her du jî parêzgarî ne bo axa pîroz a Kurdistanê… silav li pêşmerge, silav bo xweragirên Kobanê û hemû kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket