Qasam 14 leşkerên Îsraîlî kuştin

kurdistani 10:00 AM - 2014-07-20
Qasam 14 leşkerên Îsraîlî kuştin

Qasam 14 leşkerên Îsraîlî kuştin

Lîwayên Îzedîn el-Qasam ku baskê leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemasê) ye, li hemberî leşkerên Îsraîlê 2 kemîn danîn û têde 14 leşkerên Îsraîlê kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Lîwayên Qasamê ve hat kirin de hat gotin yekîneyeka ku ji 12 milîsan pêk dihat ket kozikên leşkerên Îsraîlê  û kemîn danîn.

Di daxuyaniyek nivîskî de lîwayên Qasam ragihandiye ku, mucahîdên wan li 4 herêmên cuda kemîn danîn û bi qasî 6 demjimêran li hêviya hêzên leşkerî ên Îsraîlê sekinîne.

Hat destnîşan kirin ku dema otombêlên hêzên Îsraîlê gihîştin herêmê, hêzên lîwayên Qasamê girtin ser wan û di şer de 6 leşkerên Îsraîlê mirin û milîsekî can da.

Hat diyar kirin ku Lîwayan li herêma Er-Reyanê jî girtin ser kozikên artêşê û 5 leşkerên Îsraîlê jî li wê derê kuştin.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket