Îro dîsa Bexdad bi teqînan hejiya

kurdistani 03:21 PM - 2014-07-19
Îro dîsa Bexdad bi teqînan hejiya

Îro dîsa Bexdad bi teqînan hejiya

Paytext Bexdad îro dîsa di encama hejmarek ji teqînan de hejiya û gelek welatî birîndar û şehîd ketin.

Jêderên  ewlekariyê îro şemiyê 19 / 7 / 2014`e ji PUKmedia yê re ragihand ku li paytext Bexdadê li deverên Kazîmiyê, Azamiyê, Beyaa, El-Sîdiyê û taxa Cîhad çend otombêl teqiyan û gelek qurbanî li peyxwe hêştin.

Li gorî jêderan da xuya kirin ku teqînên rûda be ji ber otombêlên bombebarkirî rû dan e û diyar kirin ku di encama teqîna li devera Kaziyê nêzî 28 kes şehîd û birîndar ketin, û li devera Azamiyê ku armaca êrişê hêzên ewlekaiyê bûn efserekî jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar ketin, li devera Beyaa jî sivîl armanca êrişê bûn û di endamê de nêzî 18 welatî şehîd û birîndar ketin û dîsa li heman devera Beyaa li ber Hiseyniya Îmam Kazim teqînekê rû da û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û hejrmak ji welatiyan birîndar ketin.

Her wiha li devera El-Sîdiyê jî di encama teqîna otombela bombekirî 5 kes şehîd ketin û 4 birîndar ketin û li taxa Cîhad jî ji ber teqîna otombêlekê 9 kes şehîd û birîndar ketin.

PUKmedia / Şeyma Talebanî / Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket