Demokrasî û şerê cîhanê yê sêyemîn... Medenî Ferho

kurdistani 12:17 PM - 2014-07-19
Medenî Ferho

Medenî Ferho

Li ser mertala avaniya Yekîtiya Ewropa, jimara 1914-2014 nivîsî ye. Dibin jimara ku sedsala piştî şerê yekemîn yê cîhanê destnîşan dikê de, kulîlka “narincî” heye. Kulîlka narincî nîşana biharê ye.  Herçiqasî Ewropî, li ser navika xwe bibirin û rewşa cîhanê wek bihara têr kulîlkên narincî nîşan bidin jî; şerê ku wek “bidayet”ê, tê bi navkirin, bû bingeha faşîzm û faşîstan. Sedsala bîstan bi xwînê derbas kirin.

Di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, berhemê sîstema kapîtalîst tîran, diktator, despot ji cîhanê xalî nebûn û Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Lewma formule-kirina  netew-dewletan wek “bidayet”ê tê binavkirin. Parçe bike,  parvebike û di nava demê de bibe xwedayê teva. “Bîdayet”, bi çêkirina dewletên di serdilkê Kurdistanê de Iraq, Suriye, Tirkiyê, li heremê jî, 22 dewletên ku wek kûmik-kûvarkên destpêka biharî, serê xwe ji nava pûşê pûçelaxî û hêwî derbixin çêbû. Chris Kutschera dibêje; “ji bo Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin  parçe kirin”, rast e,   piştî “bîdayet”ê, Kurdan gelek serîhildan kirin. Lê heta pengava 1984an encamek dernekete holê û zirxê “bîdayet”ê jî ne hate şikandin.  Abdullah Ocalan, vejîna gelê Kurd, “di têgihiştina  îdeolojiya şoreşgeriya gerdûnî de” dibîne. Vê jî li ser “fêm kirin û erêkirina  nasnameya civakî” rûdinîne û wek “qonaxa yekemîn”  binav dike. Ev naskirina xwe bi xwe ye û fêm kirina sirr û razên fulyona li pişta neynikê ye. Têgihiştina hişmendiya Kurdîtiyê!..

Em li ser “Kurdîtiyek çawa” ranawestin. Ji ber ku bûyînek hewngîrî (zihnî) û hişmendiyek (têgihiştinî)  derketiye holê. Ji bilî vê, Ocalan, felsfeyek û li ser  vê felsefê sîstemek vegotiye. Bîrdoz e û  bi gotina Ocalan, “hebûnek mekan û dîrokî” ye. Rizgariya ji sîstema mekanîka a kujerî ye. Kurd, di rojeva cîhanê de nebûn. Ne di aliyê parçebûna  cografî, civakî, ziman û dîrokî de; ne di aliyê  paşverûtî û pêşverûtiyê de!... “Bîdayet”a  li ser bedena Kurd hatibû avakirin, çerxa hêrtin û tunekirinê şidih û zexim di zîvirand.  PKKe bû parçekirina vê çerxê, bû berteref kirina vê bêdengiyê. Kurdan gelek serîhildan kirin, lê  (Başûrê Kurdistanê jî di nav de)  “bîdayet” parçe nekirin. Bêguman sê qonaxên din jî hene, lê mijara me ne kronolojiya  şerê çil salî û sazkirina diyalektîk û sosyolojiya civaka Kurd e. Emê li encama şerê çil salî û namzêdiya serokkomariyê Selahaddîn Demîrtaş  binêrin. Ev endametî jî, nasname ye, defactoya li Bakurê Kurdistanê ye. Selahaddîn Demîrtaş, di her firsetê de “demokrasiya radîkal” tîne ziman.1914-2014 û kulîka narinciyê: Sed sal in ku demokrasî,  hem di aliyê civakî de, hem di  aliyê siyasî de bûye utopya  gelên  Rojhilata Navîn. Ji bilî du-sê dewletan,  li tevahiya dewletên “bidayet”ê, parlamento heye,  hilbijartin çêdibin û hiyerarşiyek  bi sazî û dezgehan heye. Lê, Nietzsche dibêje, “hêviyê wek rastî nebînin”.

Demokrasiya li Rojhilata Navîn jî, li derî rastiya demokrasî ye. Di vê çarçovê de, giringiya gotina Selahaddîn Demîrtaş ya “demokrasiya radikal” derdikevê holê. Sirr û razê vê gotinê, di bîrdoza Ocalan ya  “sê stûnên demokrasiyê de” veşartî ye. Dewleta demokratîk, gelê demokratîk û Desturnameya demokratîk. Teva jî yek demokrasiyê dibêjin. Yanî reda parçekirina demokrasî ye; redda lîstikên sîstema kapîtalîst li ser bedena demokrasî ye; tekbirina şerîat’a yekparêzî  ye. Xiristiyan Demokratên Ewropa jî, îro, ketine nava lêgerînên “demokrasiya misoger-kirina bi desturnamê”.  Xiristiyan Demokratên Ewropa, pêşengên laîsîzmê, entegrasyona Ewropa û mîmarê  Yekîtiya Atlantîk in.  Ji bo vê jî demokrasiya lîberal derxistin holê. Di van rojên ku şerê sêyemîn yê cîhanê, li dilê Rojhilata Navîn Kurdistanê de dijwar bûye de, Ewropa, di cewherê Bîrdoza Ocalan de, li misoger-kirina   paşerojên  xwe digere. Yanî, misoger-kirina mafên desturnameyî!...

Encama  Bîrdoza Ocalan;  di pêvajoya serokkomariya Tirkiyê de, Selahaddîn Demîrtaş, bi gotina “demokraisya radîkal”  wek hêviya  stêrika Mecûsiyan derkete holê. Hêviyan dide. Dîse jî, ez tehlokeyekê dibînim. Pesindarî û wesifdana profên tirk, akademisyen, rojnamevan û rewşenbîrên tirk min ditirsînin û wek entegrekirina (hinekî helandin) Şoreşa Kurd dibînim. Teva dizanin ku serokkomarî, ne çavkaniya guhertinên li Tirkiyê ye; Selahddîn Demîrtaş û demokrasiya radîkal jî encama têkoşîna çil salî ye; ne serokkomarî, lê têkoşîna berdewamî û hişmendiya sê stûnên demokrasî dikare bibe bersiva utopya sedsalî. Dizanin ku, ne lêgerînên  teok-radîkteya Erdogan, ne jî lêgerîna laîsîzm-oliya  Ekmeleddîn dikare bibe hêvî û  guhertinên li Tirkiyê.  Teyfeyên” îzm”a olî, sekûlerîzma lîberalan jî qebûl nakin.  Hêza rêvebirin,  qanunçeker erê dikin, lê hêza “federatîf” qebûl nakin. Yanî civakên cûda, gelên cûda, zimanên cûda, nasnameyên cûda qebûl nakin. Ew berhemên felzekeya îdeolojîk a netew-dewleta “bîdayet”ê ne. Ji bo guhertinên civakî û sazkirina demokrasiya rast,  bi hêzên dînamîk yên xwedî hişmendiya demokratîk dikare pêkwere. Selahaddîn Demîrtaş jî vê eniya li dijî “bîdayet”ê temsîl dike.

Di navbera demokrasiya Atîna û demokrasiya îro de çend hezar sal derbasbûne. Êdî, gel demokrasiya dibin şûrê demokles de qebûl nake.

Li Tirkiyê û Suriye  sikeletê demokrasiya ku Selahaddîn Demîrtaş behsa wê dike û di bîrdoza Ocalan de (rîskên pratîkî hebin jî) rengîniya xwe dibîne û serdest dibe.

PUKmedia/Yeni ozgur politik

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket