Bi vîdyo û wêne... Dayîkên Kobanê çek hilgirtin

kurdistani 09:35 AM - 2014-07-19
Bi vîdyo û wêne... Dayîkên Kobanê çek hilgirtin

Bi vîdyo û wêne... Dayîkên Kobanê çek hilgirtin

Dayîkên Kobanê ji bo parastina herêma xwe ji êrîşên çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam (DAIŞ'ê) ve, ketîbeyeke jinan ava kirin.

Li gor nûçeyeke ajansa Firatnewsê 30 jin û dayîkên Kobanê bi insiyatîfa xwe li navanda asayîşa Jin a bajarê Kobanê kom bûn. Dayîkan çek rakirin, rext li xwe kirin û ketîbeya bi navê Şehîd Jîn ragihandin. Piraniya jinên di nava ketîbê de 40 sal derbas kirine.

Rêvebereke asayîşa Jin a herêma Kobanê ragihandiye ku, endamên wê ketîbeyê wê li bendên kontrolê yên parastinê werin erkdarkirin û eger pêdivî hebe wê li eniyên şer, werin bicihkirin.

Dayîkan ji bo parastina herêmê ji êrîşan, bang li gelê Kurd ê herçar parçeyên Kurdistanê kir ku tevlî seferberiyê bibin, cihê xwe di eniyên şer bigrin û peywira xwe ya netewî bicih bînin.

Dayokên Kobanê anî ziman ku ew tu caran rê nadin ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bibin. Ewê bi şervanên YPG'ê û YPJ'ê re di çeperên berxwedanê de  berevaniyê li Kobanê bikin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket