Pûtîn: Kiyêv di ber ketina firoka Malayzyayê de berpirsyare

kurdistani 02:42 PM - 2014-07-18
Pûtîn: Kiyêv di ber ketina firoka Malayzyayê de berpirsyare

Pûtîn: Kiyêv di ber ketina firoka Malayzyayê de berpirsyare

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja pêncşemê di civîna bi endamên hikumeta welêt re ragihand ku Ûkrayna di ber ketina firoka rêwiyan ya kompaniya Malayzyayê `Boing-777` de berpirsyare.

 Pûtîn destnîşankir ku `heger çalakiyên leşkerî ne hatina vejandin, ev bobelat wê rû neda ba. Pûtîn ji hikumetê xwest jibo bi her awayî kar bike  daku rastiya vê bobelatê bê tesbîtkirin.  Pûtîn binavê rêberîtî û hikumeta Rûsyayê sersaxî ji hemû malbatên goryan, her weha hikumetên ku hawelatiyên wan di vê bobelatê hatine kuştin de xwest.

Firoka `Boing-777` ya kompaniya Malayzyayê ku ji Amêstêrdam difirya Kûala-Lampûr, roja pêncşemê li xaka Ûkraynê, li herêma Donêtskê ket. Li gorî zanyariyên pêşîn, hemû 283 rêwiyên ku di vê firokê de bûn û 15 endamên taximê wê hatin kuştin.

Di heman demê de, saloxgêrên Amerîkayê ragihandin ku radarê tesbîtkirye ku firoke bi moşeka erd –hewa hatiye xistin. Niha eksperên Amerîkayê vê bûyerê şirovedikin jibo tesbît bikin bê ev moşek ji kîjan alî ve hatiye berdan. Karmendên sazûmanên saloxgêrî heta nihe nikarin tam bêjin bê ev moşek ji ku hatiye berdan

PUKmedia-D-R

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket