Miris: Ji ber destdirêjiya bi ser Jinan dadgehê cezayên giran birîn

kurdistani 07:58 PM - 2014-07-16
Destdirêjî li jinan li Misrê

Destdirêjî li jinan li Misrê

Dadgeha ceza ya Qahîra îro çarşemê 16 / 7 /2014`e cezayê zîndadna heta hetayî li tewanbarên destdirêjiya bi ser jinan de li qada Tehrîr a Qahîra yê de birî.

Tewanbar bi tewana destdirêjî li keçan kirin li Qada Tehrîr a paytext Qahîra hatin darzandin, tewnbar ji bo ku wêneyên wan neyên kişandin pişta xwe dan rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên beşdarî civata Dadgehê bûn.

Dadgehê di doza yekem de ku sê tewanbar ji ber dihatin darzandin, tewanbar bi cezaya zîndana heta hetayî siza kirin û xwest ku ew ta 5 salan di bin çavdêriyê de bin, her wiha di doza din de ku 6 tewanbar ji ber dihatin darzandin, 4 ji tewanbaran bi cezayê heta hatey lê birî û 2 tewanbar bi 20 sal zîndan cezakirin.

Wekî din di doza siyem de dadgehê li du tewanbaran cezayê heta hatey û li yê siyem jî 20 sal zîndan birî, û di doza çaramîne hemû tewanbar bi sizaya heta hatey mehkûm kirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket