Qamişlo û Bîranîna 25 Saliya Dr. Ebdulrehman Qasimlo.. Konê Reş

kurdistani 04:41 PM - 2014-07-16
Konê Reş

Konê Reş

Diyare ku di rojek mîna îro de (13.07.2014), ji berî 25 salan Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyenayê bi destê ajanên rêjîna Îranî hatiye terorkirin û bûye şehîdê Kurdistanê.. Wek wefadarî ji bîranîna wî re, me jî Îro, li bajarê Qamişlo, katjimêr 10,30 li Navenda Aso a rewşenbîrî semînerek bîranînî ji bo bîranîna wî lidarxistin.

Di destpêkê de birêvebira semînerê Winda Şêxo, xêrhatina mêvanan kir û piştî xuleyek bêdeng ji bo giyanê rehmetî Dr. Qasimlo û tev şehîdên rêka azadiyê Kurdistanê, derfet da Konê Reş ku helbestek xwe a ku taybet ji bo vê bîranîna diltezîn hunandibû bixwîne.. Piştî ku xwend, mamoste Derwêşê Xalib ku yek ji dostên Qasimlo bû û çend sal pêre li Pragê derbas kiribûn dest bi mijara xwe kir. Mijara wê li ser zîlana du xisletên Qasimlo bû; Xebat û berxwedanên wî û bîranînên wî bi Dr. Qasimlo re.. Piştî pesnekî xweş ji Dr. Qasimlo re ku ew mirovekî nerim û çepekî demokrat bû.. Bi hûrbînî li dor terorkirina wî axifî; çima wiha zû hat kuştin.. û diyar kir ku rehmetiyê Qasimlo kêfa wî gelekî ji Mele Mustefa Barzanî re dihat.. û di dawiyê de got: Hêj hevalên wî li ser rebaza wî dimeşin, wî jibîr nakin û wê biser kevin..

Di dawiyê de rêvebira semînerê Winda Şêxo spasiya cemawerê beşdar kir, ew cemawerê ku bi piranî ji rewşenbîr û nivîskaran bûn, deriyê pirs û bersivan vekir.. Gelekan pirsên xwe ji mamoste Derwêş Xalib kirin, wî jî li gor zanîna xwe bersiv li wan vegerand.. Hêjaye gotinê ku çend siyasetmedarên kurdên sûriyê jî di vê semînerê de amade bibûn.

Ji dil spasiya tev kesên ku beşdar bûn dikim û her wiha pasiya Navenda Aso; (Winda Şêxo û Siyamend Îbrahîm) û mamoste Amran Alî dikim.


Konê Reş, Qamişlo, 13.07.2014

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket