Luv: Ji bo serxwebûna Kurdistanê her tiştî didim ber cavên xwe

kurdistani 06:50 PM - 2014-07-15
 Ji bo serxwebûna Kurdistanê her tiştî didim ber cavên xwe

Ji bo serxwebûna Kurdistanê her tiştî didim ber cavên xwe

Stranbêja pop a Kurd Helly Luv ragihand ku, gefên mirinê yên Îslamiyên  tundrew ji dema ku strana xwe ya yekem gotiye lê dikin dê wê nedin paş û got ku ew amadeye ji bo piştgirî bide serxwebûna Kurdistanê "her tiştî bixîne ber metirsiyê" ku di heman demê ev navê strana wê ya nûye "Risk It All" e.

Strana Luv a 25 saliye piştî li di sibata burî de hate belav kirin nêzî 2.5 kesî li Yutobê temaşa kir, kilîpa ku mûzîka nûjen û hîphop û ya rojhilata navîn têkilî hev kir rastî gelek rexneyan hat.

Luv ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku kilîpa wê ya bi avîtine milotofekî dest pê dike û keçên çek hilgirtine û bi xwe bi cilekî zîv kurt li kelha Hewlêrê dans dike, bi rastî  giyana Kurdewarî û tekoşîna ji bo dewleteke serbixwe derdixîne pêş.

Luv di hevpeyvînekê de ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ligel hate kirin got; Ji komên Îslamî ve gelek gefên kuştinê li min hatine kiri..demek zor bo min,lê name min ji bo gelê Kurd ewe ku dê emê ji bo xewnên xwe  cîbicî bikin her tiştî bixînine ber metrisiyan û ji bo welatê xwe şer bikin.

PUKmedia  /Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket