Welîd Şêxo: Piştgiriya Kobanê erkê me hmûyan e

kurdistani 07:16 PM - 2014-07-14
Welîd Şêxo: Erkê me hmûyan piştgiriya Kobanê ye

Welîd Şêxo: Erkê me hmûyan piştgiriya Kobanê ye

Siyasetmedarê Kurd Welîd Şêxo ji PUKmedia`yê re, li ser rewşa Kobanê û erkên rewşenbîr û siyasetvan û aliyîn siyasî yên Kurdî bi awyekî zelal şirove dike, ji ber girîngiya peyvên wî rêzdarî, emê di serî de, hinek ji serdêrên girîn ji we re bidin weşandin û piştre jî em bi hev re naveroka vê hevpeyvînê bixwînin:

-Bi rastî berxwedana YPG`ê,  ji bo parastina xak û xelkê Kurd ciye serbilindiyê ye.

-Bi rastî berxwedana YPG`ê,  ji bo parastina xak û xelkê Kurd ciye serbilindiyê ye.

- Erkê li ser milê rewşenbîrên Kurd di vê demê de, ku piştgiriya berxwedana gelê me bikin. Dervayî vê Karî, ciyê rexneyê ye.

-ev qonax û dem dema azadiyê gelê Kurd e. Helbet temenên wê jî hene, lê di dawî de, serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye

Her weha di wê hevpeyvînê de, Siyasetmedarê Kurd bi reşkawî dibêje ew bare ku gelê Kurd û YPG`ê û Kobanê bi serdikevin û pir bi geşbînî nêrînên xwe tîne serziman.

Werin em bi hev re hevpeyvîn û peyvîn wî siyasetevanî yên bi nirx bixwînin.

PUKmedia: Hûn rewşa Kobanê çawa dibînin?

Dr. Welîd Şêxo: Rewşa Kobanê di metirsiyeke mazin de ye, lê ez bi bawerekî xwert im ku gelê me yê Kurd, bi vê berxwedaniya pîroz, ê bi serkev e.

PUKmedia: Çi ji rewşenbîr û siyasetvanên Kurd tê xwestin di vê barê de.?

Dr. Welîd Şêxo: Di vê barê de, tê xwestin ku Kurd bi yek helwest li beramberî şerê Terrorîstan raweste, çunkê parastina Kobanê, ji parastina Rojavayê Kurdistanê ye. Têkçûna Kobanê jî, têkçûna Kurdistanê ye.

PUKmedia: Hûn li ser nivîsên hinek rewşenbîrên Kurd ku di vê demê de, dijayetiya YPG dikin û berevaniyê li Erebên alîgirên DAI8Ş`êî dikin çi dibêjin?

Dr. Welîd Şêxo: Bi rastî berxwedana YPG`ê,  ji bo parastina xak û xelkê Kurd ciye serbilindiyê ye. Erkê li ser milê rewşenbîrên Kurd di vê demê de, ku piştgiriya berxwedana gelê me bikin. Dervayî vê Karî, ciyê rexneyê ye.


PUKmedia: Gelo Pêwîste aliyîn siyasî yên Kurdistanî ji bo piştîvaniya Kobanê çi bikin..?

Dr. Welîd Şêxo: Bi rastî metirsî li ser Kobanê, yanê li ser çar parçeyên din yên Kurdistanê ye, ji ber ku, ev êrişên dawî li dijî Kobanê, şerê hebûn û tune bûne ye.

Lewra jî, tê xwestin ji aliyên Kurdistanî bêguman piştgiriyê bi hemû rengan û piştgiriyeke rewa bi zûtirîn dem bikin. Ji alî din
DAIŞ sînor di navberA Sûriye û Êraqê de rakiriye, gelo ji bo çi em Kurd jî wiha nakin û me ew sînor wek xwe hîştî ye?


PUKmedia: Bi nêrîna te, rewşa Rojavayê Kurdeistanê wê ber bi ku ve biçe?

Dr. Welîd Şêxo: Ez di ve baweriyê de me û gelê me bi sed salan dikarî xwe biparêze û gelê me wê dîsan xwe biparêze û wê bi serkeve. Ji ber ku ew xwedî mefekî asayî û rewa ye û rast e.


PUKmedia: Axiftina we ya dawî ji gelê Kurd re çiye û erkên her kesî li hemberî piştgiriya li Kobanê çiye?

Dr. Welîd Şêxo: Ji gelê me yê welatperwer û xweragir re dibêjim, ev qonax û dem dema azadiyê gelê Kurd e. Helbet temenên wê jî hene, lê di dawî de, serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye , lewra tê xwestin em bi hebûn û tune bûnê, derbasî vê prosêsê bibin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket