Kemal di nameyeke xwe de behsa girîngî nedana bi zimanê Kurdî dike

kurdistani 08:24 PM - 2014-07-13
Kemal di nameyeke xwe de behsa girîngî nedana bi zimanê Kurdî dike

Kemal di nameyeke xwe de behsa girîngî nedana bi zimanê Kurdî dike

Nivîskar û rewşenbîr û zimanzanê Kurd Kemal Tolan di nameyeke xwe de, sedemên nenivîsandina kurdên Bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurdî di Facebookan de dike. Werin em bi hev re naveroka nameya berêz bişpînin.

Dem baş birayê hêja,

weke ku min gotibû, ez di Facebookê de na nivisînim, lê carnan li goriya derfetê bala xwe berdidime ser çend rûpelên hinek rêxistin û kesayetên ku mîna te rêzdarin!

Niha jî vê pirsa ku te kiriye“ Bo çi piranîya kurdên Tirkîyê û Kurdistana Bakur di Facebookê da nivîs, şiroveyên xwe bi tirkî dinivîsin, lê tu kurdekî Ermenîstanê bi ermenî nanivîse?“, bala min kişande ser xwe û ez jî dixwazim vê kurte bersiva xwe cardinê ji te ra bişînim. Gava ku ev bersiva bidilê te be û tû bikarîbî wê di rûpelê xwe de biweşînî, ezê gelekî şad bim !

Min hîna di 04.07.10 û 19.02.13 de bersiva vê pirsa te weha dabû:
„ - Ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim ... “HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„!  www.kurdishinstitute.be/ez-ji-mina-seydaye-mezin-rahmetiye-cigerxwin-...
 „Gava ku kevneşopên bingeha ol û civakekê neyêne jiyankirin(weke ku  rahmetiyê dê û bavê te kirine..), wê zarok û ciwanên civakê jî nikaribin bi zimanekî xerîban tenê, van pirsgirêka nasname ya ol û netewiya xwe bi ramanên xwe çareser bikin, sedûhedên wê ol û civakê biparêzin.
Vêca, ji ber ku gelek Kurd-Êzdî girîngiyê nadine van nirxandinên min, ez niha dixwazim hinek nirxandinên psîkoanalîtîkî xerîban, yê mîna „Sigmund Freud, ku bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr û navdarê psîkoanalîtîka sedsala 20emîn e“, pêşkêşî we hêjayan bikim û hêvîdarim ku hûn bala xwe bidine vî psîkoanalîtîkî, ka wî çi li ser pirsgirêkan „derûnînasiya kûr „ gotiye?
Belê Sigmund Freud e dêje, „- zarok di binbîra xwe de pak û zelale. Qirêc û gemarî û başî ji mezinên xwe hîn dibe. Kes û cihan eger dostane bin, hevre nekesî ne mumkun e. Kes bi mêjoyê xwe û aqlê xwe û bîr a xwe dewlemend e. Eger kes mêjo yê xwe re îxanêt neke, ew him ji bo xwe, him jî ji bo gelê xwe nîmetek mezin e. Her zarok di mêjo yê xwe de cîhanek mezin e. Jiyana koledarî de zarok di nav kesên bêkes de zelalî û mezintî ya xwe wenda dikin“ Berdewam di: http://www.welatperwer.com/gava-ku-kevnesopen-bingeha-oleke-kemal-tolan/
„Asîmlebûna Kurdên ku, li herêmên Kurdistanê û li diyaspora yê dijîn, ne tenê gunehê dewleta dagirker û welatê ku em lê dijîn e.“
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/li-ser-cand-zargotina-kurd-h2175.html

Bila Xwedê qedir , marîfeta te hîn bilintir bike û tû tevî hezkiriyên xwe gelekî sax bî !
 
Bi baran silav û rêz,
birayê te K.Tolan
13.07.14

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket