Jiyana serkirdeyê Kurd Ebdulrehman Qasimlo û şehadeta wî.. Bi wêne

kurdistani 12:43 PM - 2014-07-13
Jiyana Ebdulrehman Qasimlo û şehadeta wî

Jiyana Ebdulrehman Qasimlo û şehadeta wî

Dr. Ebdulrehman Qasimlo li 22'ê berfanbarê sala 1930'an de, di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Urmiyê kir û pişt re ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiştî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmiyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Li ser wê helwesta kurdheziyê wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945'an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mihabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û menewî hevkariya HDK û ciwanên kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Firansayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand di sala 1952'an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi prensîp û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Dr. Qasimlo piştî pênc salan xebata li dijî empiryalîzmê careke din vegerî Çekoslovakya û karî di sala 1962'an de ji zanstgeha Pragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970'an wek mamosta di zanistgeha Pragê de ekonomiya kapîtalîstî, ekonomiya sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aboriyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976'an heya 1978'an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasiya kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewiya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11'ê marsa sala 1970'î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku SAWAK'ê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakiyên HDK baştir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piştî ku di sala 1979'an Mihemed Riza şah Pehlewiyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aştiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988'an rûniştina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giştiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendiya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamiya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13'ê Mai sala 1989'an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje: Me fermana we baş cî bi cî kir û hertişt li gor daxwaza me birêve çû...

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

PUKmedia/Wîkîpedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket