Helebçe: 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt hat li darxistin
kurdistani 07:42 PM - 2014-06-28Helebçe: 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt hat li darxistin
Îro roja şemiyê, 28-6-2014`an, li bajarê Helebçe`yê, 27`mîn salvegera kîmyebarankirina bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê hat li darxistin.
Bi amadebûna qayîmeqamê Helebçe û hejmarek ji rêveber û xwediyên şehîdan û komeleya qurbaniyên Helebçe`yê, di merasîmeke taybet de 27`mîn salvegera kîmyebarankirina Serdeşt bi bîrhat.
Di destpêka wê merasîmê de, xuleke bêdeng li ser rihê şehîdên Helebçe û Serdeşt destpê kir ûpiştre jî gotara qayîmeqam û komeleya qurbaniyên Helebçe`yê û Serdeşt û parêzerên wê dosyayê hat xwendin û ew tawan û komkujî dizanin û weke xwîşka Helebçeyê hat bi nav kirin.
Di wê barê de, Qayîmeqamê Helebçeyê Erkan Hesen ji PUKmedia`yê re ragihand ku Eger Helebçe buye nasnameya mezlumiyeta gelê Kurd û sembola qurbaniyên gelê me, ew e Serdeşt jî beşeke li wê qurbaniyê û di vê salvegerê de, em serê xwe li ber wan qurbanî û şehîdan dîdinin û hevxemiya xwe jî ji bo malbatên şehîd û qurbaniyên bajarê Serdeştê nîşan dikin.
Di wê barê de jî, serokê Komeleya Qurbaniyên Helebçe`yê Luqman Ebdulqadir ji PUKmedia`yê re ragihand ku em bi navê komeleya xwe ji malbat û xizmên şehîd û qurbaniyên komkujiya Serdeştê re sersaxî û dilhênikiyê dixwazin û ji birîndarasn re jî cansaxiyê dixwazin.
Luqman aşkire kir ku Serdeşt bajarekî Kurdî ye û hem Êran û hem civata navnetewî li hemberî wê tawana mezin ya nemirovî bêdeng bûn. Ev yek we kir ku êdî rêjîma Êraqê çavsor bibe û dest bi lêdana bajarê Helebçeyê bike û ji ber vê jî, em bêdeng nebûn û ji mafê me ye ku nîgeraniya xwe di wê barê de, arasteya civata navnetewî bikin.
Hêjayî gotinê ye ku 27 salan berê ango di roja 28-6-1987`an de, bajarê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê çar firokeyên cengî yên rêjîma Êraqê ve hat kîmyabaran kirin û di encamê de, 131 welatiyên sivîl yên Kurd şehîd bûn û 8000 welatiyên din yên Kurd jî birîndar bûn. Her weha her sal ew komkujî ji aliyê rêxistin û malbat û xizmên wan qurbaniyasn ve tê bi bîranîn.
PUKmedia-Ferhan Hemexan
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24