Li Sûriyeyê kuştina sivîlan didome: 4 jê zarok 15 sivîl mirin

kurdistani 12:14 PM - 2014-04-23
Li Sûriyeyê kuştina sivîlan didome: 4 jê zarok 15 sivîl mirin

Li Sûriyeyê kuştina sivîlan didome: 4 jê zarok 15 sivîl mirin

Di pevçûnên Helebê de 4 zarokên ji haman malbatê bi giştî 15 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin e gitin şevê din li herêma Yermûk a bakurê Helebê, derdora avahiya muxaberat, Şêx Necar, derdora girtîgeha Helebê, herêma Zehrai a rojavayê Helebê şerê dijwar di navber hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê derketin. Di ecnama pevçûnan de kuştî û birîndarên herû aliyan çêbûn.

Li aliyê din balafirên şer ên rêjîmê şevê din herêmên Mesakin Henano, Bustan Başa, Elhulik, El-Amiriyê, Sukerî, Heleba Kevin, Taxa Ensarî Şerqî, Mercê, riya Kastêlo û devera Inzarat ên Helebê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên rêjîmê bajarokên girêdayî Helebê Hirêtan, Heyan, Orom Kubra, Til Rifet, Etarib û gelek herêmên din jî bombebaran kirin. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de 4 zarokên ji heman malbatê bi giştî 15 sivîlan jiyana xwe jidest dan û gelek kes birîndar bûne.

Çekdarên opozisyonê herêma Ramûsê ya Helebê ku ev demeke şer û pevçûn lê didome topbaran kirin. Di encamê de ziyana madî li derdorê çêbû.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket