Çalakiyên pirotestokirina kolandina xendeqê bi dawî bûn
kurdistani 10:10 PM - 2014-04-22Çalakiyên pirotestokirina kolandina xendeqê bi dawî bûn
Çalakiyên girseya Gel ku ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê îro bi dawî bûn.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi mebetsa nerazîbûnên xwe li bermeberî kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr – Rojavayê Kurdistanê diyar bikin ev heft rojin di nav çalakiyan de bûn, girseya gel pêl bi pêl ji deverên cuda ji herêma Cezîrê a xweser dihatin ser sînor û nerazîbûnên xwe diyar kirin, welatiyan li devera ku lê çalakiya xwe li dar xistin bi bêran û destên xwe xendeq dagirtin.
Welatiyan xendek bi axê dagirtin û diyar kirin ku êdî tu kes nikare Kurdistanê ji hev parçe bike. Ajansa ANHA ya Rojavayê Kurdistanê da xuya kirin ku Îro roja dawî ya çalakiyê bû, xelkên Hesekê û Til Temirê nobet ji demjimêrên sibê ve ji welatiyên bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê wergirtin.
Di dawiya çalakiyê di li ser navê însyatîfa Gelê Rojava ku çalakî organîze kiriye daxuyaniyek ji aliyê Seberî Hemê ve hate xwendin.
Sebrî diyar kir gelê Kurd tu caran parçebûna welatê xwe nepejirandiye û dê tu carî nepejirîne û got: ''Mixabin hin alî di nava hewldanan de ne ku yekîtiya Kurdistanê binpê bikin û tevlî poltîkayên dijberên Kurdan ên parçebûnê bibin.''
Hemê PDK`ê bi kolandina xendeqê tewanbar kir û got ev xendeq xencereke li dijî gelê Kurd e û li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û PDK`ê bi hevkariya bi Tirkiyê re tewan bar kir.
Hemê di dawiyê de got ku gelê Kurd li dijî hemû hewldanên êrîşkar xendeqên dadigirin û ji plangeran re dibêjin ku tu carî dê planên xeniqandina Rojava biser nekevin.''
Piştî daxuyanî hate xwendin careke din welatiyan berê xwe dan xendeqê û bi bêr û destan dagirtina xendeqê domandin û piştî dagirtina xendekê welatiyan bi stranan dawî li çalakiya xwe anîn.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25