Hejmarek din ji berpirs û kadroyên Goran tevlî YNK`ê bûn
kurdistani 09:37 PM - 2014-04-22Hejmarek din ji berpirs û kadroyên Goran tevlî YNK`ê bûn
Berpirsê navenda Goran bi tev hejmarek ji endamên tevgerê li devera Geliyê ( Xaneqa Wirtî) ya ser bi Hewlêrê ve ye îro sêşemê 22 / 4 / 2014`e, tevlî refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bûn.
Berpirsê navenda tevgera Goran li devera ( Xaneqa Wirtî ) Nebiz Hesantekez li ser wê yekê kir ku ev pêngava wî û hevalên wî piştî ku ji wan re diyar bû ku serkirdeyetiya Goran ku bi kesyatiya hevrêzê wê yê giştî de maye, bi tena serê biryaran digre û ji siloganên ku tevgerê avêtine dûr û armanca wê bi tenê ew e, ku dijbertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, tê û wan biryar dan vegerin nav YNK`ê.
Her wiha îro sêşemê 22 / 4 / 2014`e, endamê li pêş ya Tevgera Goran d Şêx Cengî Saleyî dest ji Goran kişand û beşdarî refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû.
Şêx Cengî da xuuya kirin ku sedema dest kişandina wî ji tevgera Goran û vegera wî nav refên YNK`ê, ew rêkefitina ku di roja 17 Nîsanê de navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goran de lidarketî ye, ji ber ku ev rêkefitin dîketoriya kesayetiya havrêzê giştî ya tevgera Goran eşkere dike ku bi tenê ser xwe biryaran digre, û ev rêbaz gef li pirosa çaksaziyê li Herêma Kurdistanê dixwê.
Şêx Cengî Saleyî yek ji serkirdeyên Tevgera Goran bû, berya bi çend roja dest ji Tevgera Goran kişan din ragihand, îro 22 / 4 / 2014`e, dîsa tevlêbûna xwe di nav refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24