Di salroja damezradina Parlemantoya Tirkiyê de stranên Kurdî qedexene

kurdistani 09:04 PM - 2014-04-22
Di salroja damezradina Parlemantoya Tirkiyê de stranên Kurdî qedexene

Di salroja damezradina Parlemantoya Tirkiyê de stranên Kurdî qedexene

Ji ber ku dê stranên Kurdî bigotana, koma mûzîkê ya navenda wê li Antakya`yê ye neçar kirin bermaneya xwe ya teybet ku bi helkefta salroja damezrandina Parlemana Tikriyê amade kiribû firamoş (îptal ) bike.

Birêvebirê komê Yilmaz Ozfirat da xuya kirin ku ev biryar hêviyên wan li erdê xistin, û diyar kir ew ji ber nerazîbûna li ser pêşkêşkirina straneke Kurdî matmayî mane, û got: Em hêza yekgirî ya Tikriyê ne , em Tirkiyê bi xwe ne.

Koma şaristaniyan a Antakya, berê li welatên Almanya û DYE jî bernameyên xwe yên mûzîkê pêşkêş kirine û ev bû sê mangin amadekariyên xwe ji bo beşdarî ahanga salroja Parlematoyê bibin dikin.

Ozfirat  got ku koma wî ji heft herêmên cuda yên Tirkiyê heft stran ji bo ahanga salroja damezrandina Parlemana Tirkiyê 23 Nîsanê amadekirin.

Û wiha berewam kir; Ev yekem cara ev heft stran dikevin nav bernama me û kedeke mezin me da, taku me amadekirin, me stranên Kurdî, Zazakî û Erebî jî amadekirin, lê dema em agadarkirin ku em nikarin van stranan di ahengê de bêjî em matmayî man.

Û got; Em ne mûzisyenên pirfosniyalin, em keşe, imam, mamoste, diktor,elewî, sunî,ketolîk, Eremen û Cihu ne, bi kurtasî em welatiyên ji Tirkiyê ne û nûnertiya çanda pêkve jiyanê dikin.

Beriya ku pirosa vekirina ahengê dest pê bike me got, ger em tiştekî ji birayên xwe re nekin wê keseke din vê yekê bike, me bi tenê straneke Kurdî tevlî bernameya xwe kir, di nav me de Kurd nînin, lê me xwe fêrî zimanê Kurdî kir.

Jêder: Hurriyet Daily News

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket