Lîsta 266 bo hevkariyê di navbera pêkhateyên Êraqê de pêk bîne kar dike

kurdistani 07:24 PM - 2014-04-22
 bo hevkariyê di navbera pêkahateyên Êraqê de pêk bîne kar dike

bo hevkariyê di navbera pêkahateyên Êraqê de pêk bîne kar dike

Lîsta 266 a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlemantoya deferl a Êraqê tekez li ser wê yekê kir ku xebatên wê yên sereke dê ew bin li Êraqê pirensîb û bingehên sîstema Demokratîk a Federal û pir reng peytkirin be, û ta biryar a hemû pêkhateyên gelê Êraqê be wê  ji bo Demkrasiya rêkûpêk  kar bike.

Lîsta 266 ragihand ku rêz girtin li destur û bê pabendbûn weku belgeya jûrîn ku li ser hîma wê sîstema nû li Êraqê avabûye dê ji kargiriyên wê yên serke be, her wiha rola Parleman weku desthiladariya ku nûnertiya îrada gel dike aktîv kirin be û li dijî hewldanên bi çûk kirina rola wê li ser astên zagonsaziyê û çavdêriyê de hişyar be.

Wekî  din lîsta 266 ragihand ku dê ew ji bo parastina serbixwebûna dadweriyê û avakirina saziyên desrhilatdariya dadweriyê kar bike, di serî de wê ji bo avakirina Dadgeha bilind a federal û encumena bilind a Dadweriyê bête avakirin  kar bike, ji bo bi hêzkirina têgihşîtinên mafên mirovan û parastina wan kar be. Nasnameya devrên Kurdistanê yên ji derveyî Herêma Kurdistanê man peyt bike, her wiha berdewam be li ser   pêngavên cîbicîkirina madeya 140 ji destura Êraqê , li gorî Serok Mam Celal di pirojeyesa ya (jinûve sînor diyarkirin) sînorên Herêmê bêne diyar kirin kar bike , biryarên encumena şoreşê ya rêjîma têk çûyî rakirin û qerepokirina kesên ku ji ber van biriyaran rastî ziyanê hatine û vegera xakên Herêma Kurdistanê yên  bin dest  kar bike.

Her wiha lîsta 266 a YNK`ê diyar kir ku  yek ji erkên wan ên serke, ew e ku  li beremberî zoriyên têne pêşberî Herêma Kurdistan li gorî bermameyeke yekgirtî, hêzkirina yekrêziya hêzên Kurdistanî ye.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket