Zagona Partiyên Siyasî ya herêmên xweser

kurdistani 04:44 PM - 2014-04-22
  Zagona Partiyên Siyasî ya herêmên xweser

Zagona Partiyên Siyasî ya herêmên xweser

Zagona Partiyên Siyasî ku ji aliyê Meclîsên Qanûnsaz ên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ve hatine erêkirin, hate weşandin.

Zagona ku ji 22 xalan pêk tê û di 17’ê Nîsanê hate qebûlkirin wiha ye:

Beşa yekemîn

Xal 1

Li gorî xalên vê zagonê mafên hemwelatiyên hersê kantonan heye ku partiyên siyasî damezrînin, mafê her welatiyekî heye ku tevlî partiyek siyasî bibe.

Xal 2

Partiya siyasî; Her komeke birêxitinkirî û hevbeş, ji bo pêkanîna bernameyên diyar ên derbarê kar û barên siyasî, civakî, çandî û hawirdorê, bi rêbazên siyasî, demokratîk û aşîtiyane dixebite.

Xal 3

Partiyên siyasî yên ku li gorî xalên vê zagonê têne damezrandin, dê ji bo pêşxstina welêt di hêlên siyasî, civakî û aborî de, li ser hêmanên yekîtiya netewî, hevgirtina hêzên gel, aştiya civakî, netewa demokratîk û parastina destkeftiyên gel, têbikoşe. Ev partî dê wekî rêxistinên netewî, gelêrî û demokratîk bixebitin, welatiyan birêxistin bikin û nûneriya wan a siyasî bikin.

Xal 4

1-      Hêman, armanc, program û siyasetên partiyê, her wiha rêbazên çalakiyan, li dijî hêmanên sereke yên hevpeymana civakî nbin, her wiha li dijî egerên ewlehiya netewî ya nişteciyên kantonan nabin.  Partî yekîtiya netewî, aştiya civakî û sîstema demokratîk diparêzin.

2-      Her partiyek bi nav, siyaset û rêbazên pêkanîna programên xwe, bi awayekî xuya, ji partiyên din cuda dibe.

3-      Hêman û programên partiyan, rêbazên çalakiyan, bijratina endam û rêveberan, li dijî xalên hevpeymana civakî yên girêdayî parastina eniya hundirîn, aştiya civakî nabin. Her wiha li ser bingehên cudahiya olî û baweriyan nabin.

4-      Di nava rêbazên partiyê de, avakirina pergalên leşkerî yan jî nîv leşkerî çênabin. Li dijî hemû awayên tundî, tundrewî, nîjadperestî û hemû awayên din ên cudahiyê derdikevin.

5-      Partî ne şaxê partiyek an rêxistineke derve ne, her wiha girêdayî tu kom, partî, rêxistin û hêzên siyasî yên li dijî hêmanên hevpeymana civakî ya hersê kantonan nîn in.

6-      Damezrîner û rêveberên partiyê ne girêdayî yan jî hevkarên tu kom, partî û rêxistinên li dijî hêmanên hevpeymana civakî ne.

7-      Damezrîner û rêveberên partiyê ji kesên ku bi tu awayî tevlî xebat û nêrînên li dijî hêmanên hevpeymana civakî nebûne, her wiha nebûne alîkar û hevparên wan pêk tên.

8-      Hemû hêman, armanc, program, sîstem, rêxistin, siyaset, rêbazên xebatê yên partiyê aşkera ne. Her wiha pergala rêvebirî û endametiyê, awa û jêderên wê yên aborî jî aşkera ne.

Xal 5

Di rêziknameya partiyê de rêbaz û zagonên kar û barên siyasî, rêxistinî, diravî û rêveberî, li gorî xalên vê zagonê têne destnîşankirin. Di rêziknameyê de bi taybet dive ev tişt hebin:

1-      Navê partiyê, pêwîste ne mîna navê partiyeke heyî be.

2-      Cihê navenda sereke ya partiyê û navendên şaxan, eger hebin bête aşkerekirin, pêwîste hemû jî di nava Sûriyê de, li sê kantonan bin û ne li derverên hilberîn, xizmet û hîndekariyê bin.

3-      Hêman û armancên partiyê, program û rêbazên pêkanîna wan armancan.

4-      Merc û pêdiviyên endametiyê, betalkirin û vekişîna ji endametiyê. Pêwîste mercên endametiyê ne li ser bingehên cudahiya ol, bawerî û civakî bin.

5-      Rêbazên avakirina deste û komîteyên partiyê, bijartina rêveberan, û desteyên rêveber, destpêkirina xebatê. Birêxistinkirina têkiliyên di navbera endaman de li ser bingehên demokrasiyê, destnîşankirina erk û delametên siyasî, rêxistinî, diravî û rêveberî, yên rêveber, deste û komîteyan. Pêwîste derfetên gotûbêja demokratîk di nava deste û komîteyan de misoger be.

6-      Sîstema diravî ya partiyê, jêder û bankaya ku peryên partiyê têde têne razandin, zagonên xerckirina pereyan, rêbazên hesabdariyê û rêbazên destnîşankirina budçeya salane ya partiyê.

7-      Zagon û rêbazên betalkirina partiyê yan tevlîbûna nava partiyeke din, rêbazên hesabdariya pereyan û cihên ku pere diçinê.

Xal 6

Endamên partiyê ji niştecihên Sûriyê û yek ji hersê kantonan pêk tên. Endamên desteyên dadgehê, hêzên leşkerî û hêzên ewlekariyê nikarin bibin endamên partiyê.

Xal 7

Daxwaznameye nivîskî ku îmzeya 100 endamên damezrîner yên ji 5 bajar an jî bjarokên Sûriyê û hersê kantonan li ser hebe, radestî Komîtya Kar û Barên Partiyên Siyasî (XAl 8) tê kirin. Bi daxwaznameyê re hemû belgeyên girêdayî partiyê bi taybet rêzikname û navên endamên damezrîner, belgeya jêderên aboriya partiyê û bankaya ku tê de razandiye û navên kesên ku ji bo damezrandinê nûneriyê dikin, jî tê radestkirin. Daxazname dê di nava 15 rojan de radestî komîteyê bête kirin.

Xal 8

Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî dê li gorî vê pergalê bête ava kirin.

1-      Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a kantonê – serok.

2-      Serokê Desteya Dadmendiyê – endam.

3-      Serokê Desteya Karên Hundir- endam.

4-      Serokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kar- endam.

5-      Endamekî Dîwana Edaletê – endam.

Eger serokê Meclîsa Zagonsaz ne amade be, yek ji endamên dîwana meclîsa zagonsaz dikare cihê wî bigire.

Ev komîte dê kar û barên ku di vê zagonê de hatine destnîşan kirin bişopîne, li gorî xalên zagonê daxwaznameyan lêkolîn bike. Bêyî beşdariya hemû endamên komîteyê civîna komîteyê ne rewaye, biryarên komîteyê bi piraniya dengan têne wergirtin. Komîte dikare ji bo destpêkirina xebatên xwe belge, kaxet zanyarî û danezanên pêwîst ji aliyên têkidar bixwaze. Komîte dikar bi awayekî rasterast an bi rêya komîteyên girîdayî wê, hemû belge û zanyariyan ji aliyên fermî bixwaze. Her wiha ji bo derbarê daxaznameyan de bighêje rastiyan, komîte dikare hemû lêkolîn û lêpirsînên pêwîst bike.

Damezrandina partiyê di rojnameya fermî û tabloya danezanên Meclisa Zagonsaz ya kantonê de dê bête belav kirin. Pêwîste komîte li gorî daxaznameya destpêkê û encamên lêkolînan, di nava 60 rojan de biryara damezrandina partiyê bide. Eger piştî 60 rojan biryar nehat girtin, ev tê wateya ku daxaznameya damezrandina partiyê hatiye erê kirin.

Eger daxazname ne hate perjirandin, pêwîste komîte di nava 10 rojên piştî ne pejirandinê, nûnerên daxwaznameya damezrêneran agahdar bike.

Biryarên erêkirina damezrandina partiyê û neperjirandinê jî di nava demên ku hatine destnîşa kirin de, di rojnameya fermî û tabloya danezanên Meclisa Zagonsaz de têne weşandin.

Yên ku daxazname pêşkêş kirine dikarin di nava 30 rojan de li dijî biryara neperjirandinê serî li dadgeha rêvebrî ya kantonê bidin.

Dadgeha rêveberiyê dê di nava 30 rojan bi piraniya dengan derbarê gilînameya lêvegerê de biryar bide, eger deng bi qasî hev bûn, biryara aliyê ku serokê dadgehê di nav de ye dê bête erê kirin.

Xal 9

Piştî ku biryara erêkirina partiyê di rojnameya fermî û tabloya danezanên Meclisa Zagonsaz de bête weşandin bi rojekê, partî tê naskirin û dest bi karên xwe dike. Eger biryara erêkirinê nehat weşandin, partî piştî 10 rojan dikare dest bi karê xwe bike. Berî erêkirina damezrandina partiyê, ji bilî kar û barên damezrandinê nabe ku partî tu karên din bike.

Xal 10

Serokê partiyê yan nûnerên wî derbarê kar û barên pariyê de li pêşiya dadgehê berpirsyar e. Li gorî rêziknameyê, serokê partiyê yan cîgirên wî dikarin yek an hinek rêveberên partiyê li şûna xwe erkdar bikin.

Xal 11

Aboriya partiyê ji aboneyên endaman û pirojeyên hilbirînê yên ne bazirganî ku di rêziknameyê de hatine destnîşan kirin, pêk tê. Periyên ku ji çêkirina roname, weşanxane û çapxaneyan ên girêdayî xebatên partiyê tên wek xebatên bazirganî nayên hesibandin.

Nabe ku partî ti alîkrî yan sûdê ji kes an aliyên biyanî û ji kesên ji kantonê yên xwedî berpirsyarî, werbigre.

Pêwîste partî nav û miqdarê peryên ku ji milyon lîreyan zêdetir be, bi kêmanî di rojnameyeke rojane de aşkere bike.

Xal 12

Ji bilî xebat û karên partiyê ku di rêziknameyê de hatine aşkere kirin, nabe ku peryên partiyê di tiştekî din de bêne xerc kirin.

Pêwîste partî pereyên xwe di bankayeke kantonê de razîne û li gorî rêziknameyê defterên hesabdariya çûn û hatina diravî qeyd bike.

Desteya Çavdêriya Navendî dê bi awayekî sistematîk defter û belgeyên hesabdariya çûn û hatina partiyê lêkolîn bike, partî jî pêwîste rê bide desteyê.

Xal 13

Partiyên bi destûr dê li gorî nûneriya xwe ya di Meclisa Zagonsaz de ji budçeya rêveberiyê alîkariya diravî werbigrin, ji bo vê jî zagonek dê bê saz kirin.

Xal 14

Baregeh, avahî û pereyên partiyê nakevin ber bac û xûgiyên giştî û yên herêmî.

Xal 15

Di zagonên darizandin û sezayê de, milkên partiyên wek milkên giştî û endamên partiyê jî wek erkdarên giştî têne naskirin û hemû zagon û cezayên bêrêtiyê li ser wan têne pêk anîn.

Ji bijî rewşên ku bi ser sûc de bêne gitin, nabe ku ti baregehên partiyê bêyî beşdariya serokê dozgeriyê bêne control kirin, kontrol bibe jî betal e.

Dozgeriya giştî jî pêwîste di nava 48 saetan de derbarê encamên kontrolê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî agahdar bike.

Xal 16

Mafê her partiyekê heye ku ji bo derbirîna nerînên xwe, bêyî ku destûr bigre, rojnameyekê ya zêdetir biweşîne, serokê partiyê û desteyên edîtoriya rojnameyê derbarê naverokê de berpirsyar in.

Xal 17

Derbarê guhrtina serokê partiyê, betalkirin an tevlîbûna di nava partiyeke din de an jî guhertina rêziknameyê de, pêwîste serokê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî bi awayekî nivîskî bête agahdar kirin.

Xal 18

Eger ku partî xal û mercên damezradinê binpê bike û li gorî biryara dozgeriya giştî, Serokê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî dikre li dadgeha rêveberiyê ya kantonê doza belvakirina parityê û periyên wê bike.

Dadgeh jî pêwîste di nava 7 rojan de rûniştinê lidar bixe û serokê partiyê yan cîgirê wî vexwîne dadgehê. Dadgehê piştî rûniştê dê di nava 30 rojan de biryar bigre.

Eger ku partiyeke siyasî xalên 3,4,5,6, û 7 yên vê zagonê binpê bike, Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî, ji bo berjewendiyên giştî dikare çalakî, rojname û biryarên partiyê rawestîne.

Eger partî ji derveyî xalên hatine destnîşan kirin kesekî di nava xwe de wek endam bipejitîne, pêwîste komîte biryara rawestandinê bide.

Biryara rawestandinê piştî ku hate standin tê pêk anîn, di rojnameya fermî de tê belav kirin û di nava 3 rojan de serokê partiyê li navenda partiyê tê agahdar kirin.

Biryara ku ji dadgeha rêveberiyê ya kantonê tê standin, dikare ji aliyê partiyê ve di vana 30 rojan de li dadgeha bilind bê gilî kirin.

Dadgeha bilind, piştî ku gilîname li dîwana wê hate qeyid kirin, pêwîse di nava 30 rojan de biryar bide, biryara dadgeha bilind ya dawiyê ye.

Beşa duyemîn: Ceza

Xal 19

Çi kesê ku ji derveyî xalên vê zagonê partiyeke siyasî yab rêxistinekê damezrîne, birêve bibe yan pereyan bide, dê bi 3 meh ta salekê cezayê girtinê û herî zêde 200 hezar lîre cezayê pereyan, an herdû sezayan bête ceza kirin.

Her wiha eger rêxistin li dijî hevpeymana civakî be yan bi pergala leşkerî yan nîv leşkerî be, yan jî perwerdeya tundiyê û amadekariyên şervaniyê be, dê bi 5 sal girtin bê ceza kirin. Eger rêxistin bi dewletên biyanî re hevkatiyê bike dê bi 7 sal girtin bête ceza kirin.

Di hemû rewşan de jî dê dadgeha biryar bide û eger guneh tekûz bû dê rêxistin bête betal kirin, baregehên wê bêne girtin û pere, tişt û belgeyên wê bêne desteser kirin.

Xal 20

Çi kesê ku tevlî rêxidtineke bê destûr bibe, komele, deste, rêxistin yan kom be jî, dê ji mehekê ta 6 mehan girtinê û herî zêde 50 hezar lîre cezayê pereyan bête ceza kirin.

Her wiha eger rêxistin li dijî hevpeymana civakî be yan bi pergala leşkerî yan nîv leşkerî be, yan jî perwerdeya tundiyê û amadekariyên şervaniyê be, dê bi 3 sal girtin bête ceza kirin. Eger rêxistin bi dewletên biyanî re hevkatiyê bike dê bi 5 sal girtin bête ceza kirin.

Xal 21

Çi berpirsyar an endamekî partiyê, raste rast an bi rêya kesên din  ji bo xebatên partiyê pere yan sûdek ji keskeî xwedî berpirsyarî li hersê kantona girtibe, dê 3 ta 6 mehan cezayê girtinê yan herî zêde 100 hezar lîre yan herdû sezayan bê ceza kirin.

Eger pere yan sûd ji kes ya aliyên biyanî hatibin girtin dê bi 3 sal girtin bê ceza kirin.

Di hemû rewşan de dadgeh dê biryar bigre û peryan desteser bike.

Xal 22

Ji bilî sezayên ku di xalên 19, 20 û 21 de hatine destnîşan kirin, çi kesê ku xalên vê zagonê binpê bike dê bi 3 meh girtin û 100 hezar lîre yan herdû sezayan bê ceza kirin.

Ev zagon piştî ku di rojnameya fermî û li tabloya danezanên Meclisa Zagonsaz de bête weşandin, pêkan e. Pêwîste hemû partiyên ku beriya sazkirina vê zagonê hatine damezrandin, di nava 45 rojan de daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin, yan jî dê ligorî zagonan bêne lêpirsîn.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket