Li Kerkûkê, çekdarên DAIŞê, 16 welatî şehîd û birîndar kirin

kurdistani 02:17 PM - 2014-04-22
DAIŞ, 16 welatî li Daqoqê şehîd û birîndar kir

DAIŞ, 16 welatî li Daqoqê şehîd û birîndar kir

Li gundek ji gundên navçeya Daqoqê, çekdarên rêxistina bi nav ''Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê'' (DAIŞ)ê, di êrişekê de, 16 kes şehîd û birîndar kirin.

Duhî hêvarî, komên çekdar yên ser bi rêxistina DAIŞê ya terorîst, êrişî ser gundek ji gundên navçeya Daqoqê ya Kerkûkê kirin û di encamê de, 16 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Di wê barê de, rêveberê polîsê Daqoqê sertîp Kawa Xerîb ji PUKmedia`yê re ragihand;'' Şeva borî, çekdarên rêxistina DAIŞê,  tako navendên hilbijartinan biteqînin, li dijî gundê Tamor ya ser bi navçeya Daqoqê ya Kerkûkê, êrişek terorîstî pêkanîn''.

Kawa Xerîb di berdewamiya axiftina xwe ya ji PUKmedia`yê re got: '' Piştî êrişa DAIŞê li dijî gundê Tamorê, xelkê gund berevanî li xwe kirin û pevçûn di navbera wan û komên DAIŞê ve derket û di encamê de, 10 gundiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn."

Her weha sertîp Kawa Xerîb dazanîn ku piştî wê bûyerê, yekser polîs û asayîşa Daqoqê û polîsê awarteyî ya Silêmaniyê û polîsê Germiyanê jî gihîştin şûna bûyerê û pevçûn rûdaye, lê ew komên çete dikarîn xwe ji holê rizgar kirn û ber bi ciheke ne diyar ve birevin.

Berpirsê polîsê Daqoqê dazanîn ku ew çekdarên DAIŞê ku êrişî navenda hilbijartinan kirine, tev bi cilûbergên leşkerî bûn.

Her weha li gor jêdereke taybet ku ji PUKmedia`yê re ragihand ku artêşa Êraqê hatiye agahdar kirin ku çekdarên DAIŞê wê dest bi êrişên terorîstî li dijî xelkê navçeyê Daqoqê bikin û heya niha ti amadebaşî ji bo berevanîkirin li xelkê deverê ji aliyê artêşa Êraqê ve nehatiye zanîn.

PUKmedia-Sîrwan Kerkûkî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket