Silêmanî: GHKR`ê 11660-$ radestî heyva Sor a Kurdî li Kobanê kir

kurdistani 09:38 PM - 2014-04-21
Silêmanî: GHKR`ê 11660-$ radestî heyva Sor a Kurdî li Kobanê kir

Silêmanî: GHKR`ê 11660-$ radestî heyva Sor a Kurdî li Kobanê kir

Îro roja duşemê 21-4-2014`an, alîkariya ji  Koma Alikariya bi Kurdên Rojava re (GHKR) 11660-$ radestî Kobanê kir

Piştî ku li bajarê Silêmaniyê Koma Alikariya bi Kurdên Rojava re (GHKR) ku kompanyayek ji bo alikariya Rojavayê Kurdistanê, dabû destpêkirin bi dayina daxiyaniyekê karên xwe yên komkirina alîkariyê ji zarokên Kobanê re bi dawî bi bû, îro jî 11660 dolar Emerîkî radestî Heyva Sor A Kurd li Kobanê kir..

Di wê barê de, Golîzar Efrîn wek endama desteya Koma Alikariya bi Kurdên Rojava re (GHKR) ji PUKmedia`yê re ragihand ku nêzî heftiyekê me kampanya ji bo alikariya bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re, bi taybet ji bo zarokêîn Kobanê dabû dest pê kir, û di encamê de û piştî ku me kotayî bi wê komkirinê anî, me lî ber Nusingey Parlamantoya Kurdistanê yê bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyeke rojnamevanî, bi dawî kir û li kompanya alikariyê anîn û encama alikariya ku hatiye komkirin ji bo raya giştî aşkere kir.

Efrîn aşkire kir ku di daxuyaniya koma wan li ber nusîngeha parlemana Kurdistanê de, bi qasî ‘’ 13 milyon û 143 hezar dinar, hezar - sed û sîh dolar’’ hatiye komkirin, û me soz dabû ku emê di demek kurt de wê, alikariyên hatine komkirin bigihinin destê Saziya Heyva Sor a Kurdistanê, lê îro roja duşemê 21-4-2014`an, me ew alîkariya radestî saziya Heyva Sor a Kurdî li Kobanê kir û ji aliyê rêzdar Dara Xelîl ve hatiye wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku li ser bangawaziya YPJ û YPG’ê ji bo piştgiriya Kantona Kobanê me kompanya alikariyê dabû destpêkirin, herçendî di van demên dawîde li Herêma Kurdistanê pirsgirêka nedana muçeyên karmendan heye jî, li rexmê wê jî gelê Silêmaniyê bi awayeki baş nêzi kompanya alikariya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn.

PUKmediia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket