Zarokên RODÎ şitil çandin

kurdistani 08:58 PM - 2014-04-21
Zarokên RODÎ şitil çandin

Zarokên RODÎ şitil çandin

Xwendekarên Navenda Zarok û Ciwanan RODÎ ku di bin banê Midûrtiya Şaxa Zarokan a bi ser Serokatiya Beşa Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ye, şitil daçikandin....
Xwendekarên Navenda Zarok û Ciwanan RODÎ, li Daristana Bajêr a bi ser Midûrtiya Karên Daristanan ajarên daran çandin. 56 zarok beşdarî xebata darçandinê bûn.

Pisporê Karên Civakî Îdrîs Gurmez ê xebatkarê Navenda RODÎ der barê xebatê de agahî dan, diyar kir ku zarokên li bajarê mezin dijîn, di jîngehên biçûk têne asêkirin û weha axivî, “Qerebalix, gelemşe, avahiyên gewre û jiyana civakî ya bêserober a bajaran hema bêje di warê psîko- sosyal de felçbûyî ye.” Gurmez, bal kişand ser misyona RODÎ ku ew dixwaze zarokan bi jiyanê ve girêde û weha got, “Ji bo vê yekê jî me xwest bajarekî şên ava bikin, lewre me ge zarokan ajarên daran daçikandin.”

Gurmez da zanîn ku ji bo hişmendiya ekolojîk bi zarokan re çêbe, me çalakiya ajardanînê da destpêkirin. Gurmez diyar kir ku bi çalakiyên weha tê pêşbînîkirin ku li herêmê rê li malwêraniya xwezayê bê girtin.

Gurmez da zanîn ku wan bi tespîtkirina zarokên ku dê li Navenda Zarok û Ciwanan RODÎ bixebitin dest pê kiriye û weha got, “Wek xebata girîng me bi daçikandina şitilan dest pê kir. Mebesta me bi vê ew e ku hişmendiya ekolojîyê bi zarokan re çêbe.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket