Ferhad Tunc: Em ji bo Rojava dereng mane

kurdistani 08:51 PM - 2014-04-21
Ferhad Tunc: Em ji bo Rojava dereng mane

Ferhad Tunc: Em ji bo Rojava dereng mane

Hunermend Ferhad Tunc ku bi armanca piştgiriyê bide şoreşa Rojava li bajarê Serêkaniyê şahiyek li dar xist û diyar kir ku ew ji bo pişgiriya Rojava dereng mane.

Hunermend Ferhad Tunc bi armanca piştgiriyê bide şoreşa Rojava û kolandina xindekên ku ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava têne kolan pirotesto bike hatiye serdana Rojava derbarê serdana xwe de ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku piştgiriya wan a bi şoreşa Roajva re dereng maye.Tunc ku bi xwe jî çû ser xendekên sînor ên di navbera Başûr û Rojava re û bi xwe jî cihê xwe di dagirtina xindekan de girt got ku şoreşa Rojava li tevahî cîhanê deng vedaye û wiha got: “Hemû Cîhan li ser rewşa Rojava difikre û pirsyar dike, gelo li vir çi dibe û çi nabe. Bi rastî dema mirov li Rojava jiyaneke bi ewle heye, gelê Rojava destkeftiyên mezin bidestxistine.”

Tunc, ku navend û saziyên bajarê Serêkaniyê ziyart kirin dema ku şer di bajarê Serêkaniyê de gûr bi bîr anî û wiha axivî: “Dema şer em dihatin Serêaniya Serxetê, li vir şerê herî dijwar diqewimîn, îro va em li Serêkaniya Rojava ne, bi rastî şer rawestiyaye û li vir jiyaneke aram û asayî dimeşe, ne tenî ev yek Rojavayiyan herêmên xwe yên xweser avakirine. Bi rastî herêmên xweser ên Rojava destkeftiyeke mezin a gelê Rojava û hemû gelê kurd e.''

Tunc da zanîn ku destkeftiyên Rojava li ser mîrasê berxwedana PKK'ê ya 30 slan hatiye damezirandin û got :''Gelê Rojava ku niha di nava êş û zehmetiyan de jiyan dike xwedî mîrasa 30 salan a rêxistina PKK'ê ye û niha li ser wî mîrasê rêxistina xwe pêşxistine û destkeftiyên mezin bidestxistine. Em bi destkeftiyên Rojava gelekî kêfxweşin.''

Tunc destnîşan kir di nava 3 rojan de wî serdana Herêma Xweser a Cizîrê kiriye û di gera xwe de piştgiriya sazî û dezgehan nîşan daye û semînerên piştgiriyê lidarxistiye.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket