Li Amedê pêşbirka xwarinê li dar ket
kurdistani 07:07 PM - 2014-04-21Li Amedê pêşbirka xwarinê li dar ket
Pêşbirka Xwarinên Anadolu ya Navneteweyî ya Başûrojhilatê Anadoluyê ku Komeleya Aşpêj û Jiyandina Matbah-i Amîre ya Enqereyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hev re li dar xist bi dawî bû. Sertîfîkayên beşdaran ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli ve hatin dayîn....
Pêşbirka xwarinê bi beşdariya 44 endamên jûrî, 140 şef û 270 beşdarên ji deverên cur bi cur ên Tirkiyeyê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk hat. Pêşbirk di warê turîzmê de Amedê dide nasîn û du rojan xwarinên bi çêjên cur bi cur hatin nîşandayîn.
Beşdaran piştî westiyana roja yekem li Anfî Tiyatroyê bi konsera Rojdayê kela xwe rijand. Roja duyem jî Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli xwediyên xwarinên xweş xelat kirin.
Anli, da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew bi hemî derfetên xwe ligel berdewamkirina vê pêşbirkê ne. Anli şef pîroz kirin û got, “Ev pêşbirk, ji bo nasandina bajarê me gelekî girîng e. Spasîya her kesê ku tê de keda wan heye dikim.”
Hevşaredar Gultan Kişanak jî di axaftina xwe de bal kişand ku ev du roj in ji her çar aliyên Tirkiyeyê aşpêjên navdar hatine vir û hunera xwe nîşan didin û kedkarên vê organîzasyonê pîroz kirin. Kişanak got, “Li Amedê ev çalakiya herî tahmxweş e” û weha domand, “Me gelek xwarinên tahm xweş, paqij û çêjdar tam kirin. Tahma wan ser zimanê me ma.” Kişanak da zanîn ku ew ê di salên pêş de xebatên bi vî rengî bidomînin û weha pê de çû, “Jixwe Amed xwedî çandeke dewlemend a xwarinê ye. Sifra wê zengîn e. bi vê pêşbirkê ew ê zengîntir bibe. Destê we xweş be.”
Serokê Komeleya Aşpêj û Matbax-ê Amîreyê Gokhan Gumuş jî diyar kir ku wan li Amedê berekî gelekî baş daye pêş û got, “Hemû hevalên me weha difikirin. Xwarinên xweş li vê mutbexê hatin pahtin. Pir girîng e ku ev di pirtûkê de bê komkirin. Em dixwazin vê tahmê hêj moderntir û pêşvetir bibin. Bo piştgiriya we spas dikim.” Piştre Kişanak û Anli, aşpêjên serkeftî xelat kirin û beşdar jî bi sertîfîkayê rûmetdar kirin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23