Kampa nû a penaberan li Erbet tê vekirin

kurdistani 03:46 PM - 2014-04-21
Kampa nû a penaberan li Erbet tê vekirin

Kampa nû a penaberan li Erbet tê vekirin

Rêveberiya bajaroka Erbetê  a ser bi Silêmaniyê ragihand ku pştî mehekê kampa nû a penaberên Kurd ên Sûriyê dê bê vekirin.

Hoşyar mistefa bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re got: Divyabû ew kamp di nîverasta meha nîsanê de bihata vekirin lê ji ber hin astengiyan heya niha derneg mayî û nehate vekirin.

Mistefa bal kişand ser wan astengiyan û got. Yek ji wean astengiyan derengmayîna karê rêxistina UNCEIF bûye ku erkê avakirina kampê hildabû ser xwe her weha eve ji bilî qeyrana darayî a ku li welêt serî hildaye ku bandore xwe li ser xerciyên avakirina kampê jî hebûye bi taybet bo lêdana bîrên avê û gîhandina avê bo kampê.

Hoşyar Mistefa diyar kir ku cihê nîştecîbûna penaberan temam bûye, her weha dibîstan, navendên  tendirustiyê jî hatine avakirin tenê gîhandina avê bo kampê maye. Dema ku ew kar bi dawî bibin wê kamp bi awayekî fermî li pêşya malbatên penaber bête vekirinê ew jî wê heya dawiya sala xwendinê temam bibe.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara penaberên Kurdên Sûrî li kampa Erbetê berve zêdebûnê ve diçe û li gor zanyariyan hejmara wan 630 penaber derbas kiriye.

PUKmedia/Zêneb Rebî`

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket