Ruhanî: Jin li Êranê ne welatiyê pileya duyeme

kurdistani 12:32 PM - 2014-04-21
Ruhanî: Jin li Êranê ne welatiyê pileya duyeme

Ruhanî: Jin li Êranê ne welatiyê pileya duyeme

Serokê komara îslamî ya Êranê, Hesen Ruhanî ragihand ku hêşta jinên Êranê rastî cudahiyê û astengiyên kelturî tên, lê belê teqez li wê yekê kir ku Jin li Êranê bi awayekî giştî weku welatiyên pileya duyemîn reftar nayên kirin.

Di helkefta cejna jinê li Êranê Hesen Ruhanî gotarek pêşkêş kir û got: Ez weku serokê hikûmetê , ez li wê yekê mukir têm ku hîna gelek kêmanî di bare mafên jinan de hene. Li gor pîvanên îslamê em zilaman di pileya yekem de, her weha jî em jinan jî di pileya duyem de nabînin, her yek ji wan rumeta wan a mirovatiyê heye û kes li ser kesî dinê nakeve.

Ji aliyê xwe rêxistinên hiquqî yên navdewletî û hikûmetên Rojava rexne li dosya êranê a derçbarê mafê mirovan de dike û raçdighînin ku Tehranê bi bê moleta fermî nahêle jin ji welêt derkeve. Her weha gelek otêlên li wî welatî eger jin bi tenê bin li otêlên xwe nahewînin.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket