Almaniya: Her 3 xulekan jinek rastî dest avitinê tê

kurdistani 10:20 PM - 2014-04-20
Almaniya: Her 3 xulekan jinek rastî dest avitinê tê

Almaniya: Her 3 xulekan jinek rastî dest avitinê tê

Li gor lêkolîneke nû ya Almaniyayê diyar dike ku li Almaniya her 3 xulek xanimeke Almanî rastî tacîzê tê û tenê rêjeyekî kêm ji wan kesên ku destdirêjiya seksî dikin têne ceza kirin.

Li gor wê vekolînê, dadgeh tenê %8.4 ji wan kesan tê ceza kirin ku bi tometa destdirêjiya seksî û tacîz kirinê gilî li ser tomar dikin, her weha doza xanimekê bi navê (Klawdiya Dengl jî weku nimûne aniye ku berya 2 salan doza wê li beramber pêşkêşkarekî navdarê televizyonê bi bin ket.

Wê xanimê bal kişandiye ser hin rûdanên dinê yên xaniman ku destdirêjiya seksî li ser hatibûn kirin û radighîne ku xwe bi wê yekê mijûl nekin ku kesên navdar û dewlemend bibin pêşiya dagehê çûnkî ewê dîsa çengê we bişkînin û ewê jî serbilind derkevin.

Wezareta karûbarê civakî û malbatê li Almaniya jî di nûtirîn raporta xwe de behsa wê kiriye ku tacîz û destavêtin bûye edet û roj nîne ji 7 xaniman yek rû bi rûyê destdirêjiya seksî nebê, yan zor lê nehatibe kirin.

Derketiye jî ku tenê rêjeya %5 keç û xanimên Almaniya giliyê xwe gîhandine dadgehên Almaniyayê çûnkê taqetê wan nîne ku herin dadgehê û werin û ji aliyekî dinê ve jî tirsa wan ji berteka zilaman heye, ji bo wê baş dibînin ku bêdeng bimînin.

PUKmedia / Xandan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket