Tirkiye: 413 pirtûkên Kurdî hatine weşandin

kurdistani 11:29 AM - 2014-04-19
Tirkiye:  413 pirtûkên Kurdî hatine weşandin

Tirkiye: 413 pirtûkên Kurdî hatine weşandin

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê, îstatîstikên jimara pirtûkan standart a navneteweyî ya 2013an weşand. Li gor agahiyên tê dîtin li Tirkiyeyê par 42 hezar û 655 pirtûk hatin weşandin ji wan jî 413 pirtûkên Kurdî ne.

Hejmara pirtûkên elektronîk yên par hatine weşandin jî li gor pêrar gelekî zêde ye û weşandina pirtûkên elektronîk ji sedî 537 zêde bûye.
Pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û bi nimareya îstatîstikên jimara pirtûkan standart a navneteweyî ve par li seranserê Tirkiyeyê hatine weşandin 413 pirtûkin.

Di nav 413 pirtûkên kurdî de 196 pirtûk di beşa wêjeya mezinan de, 105 pirtûk di beşa çanda mezinan de, 44 pirtûk di beşa wêjeya ciwan û zarokan de, 26 pirtûk di beşa perwerdehiyê de, 23 pirtûk di beşa akademîk de û 19 pirtûk jî di beşa baweriyê de hatin weşandin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket