Parlemana Ewropa êrişên ser bi Kurdan li Rojava şermezar kir

kurdistani 07:29 PM - 2014-04-18
Parlemana Ewropa êrişên bi ser Rojava şermezar kir

Parlemana Ewropa êrişên bi ser Rojava şermezar kir

Roja pêncşemê 4:30 êvarê Parlemantoya Yekîtiya Ewropa derbarê şerê li Sûriyê birêve diçe pirojebiryarek pesend kir.

Parlemantoya Ewropa  di pirojebiraya xwe de piştgiriya xwe ji bergiriyên ku li Rojava li dij şerê etnîkî,olî û taîfî têne giritin ragihand û parlementeran pesna ewlehiya ku li deverên Kurdan ku di bin desthilatiya Kurdan de ne  lidare  kirin, her wiha diyar kirin ku divê rola Tirkiyê di kuştina keşeyên Xiristiyan û ser bi girtina bajarê Ermeniyan Keseb bikeve bin lê pirsînê de.

Bi pêngaveke ku cara yekeme, Parlemantoya Ewropa deverên Kurdî bi navên wê ên Kurdî bi nav kirin û di pirojebiryara xwe de bi cih kirin ev yek jî piştî xebateke diplomasî ji aliyê nûnerê PDY`ê li Ewropa û nûnerê BDP`ê ligel komîte û komên Parlemantoya Ewropa kirin hate encam dan, her wiha Parlemanterên Ewropa xwestin ku hestiyariya doza Kurdî di  berçav re bête derbas kirin.

Di cviata Parlemantoya Ewropa 2 parlementerên Portekîz xwestin ku eleqeyek taybet ji herêma Kurdan re were nîşandan. Parlementerên Portekîz anî ziman ku herêma Kurdan ji alîkariyên mirovî bê par maye. Her wiha Serokê Koma Dostên Kurdan Jûrgen Klute jî anî ziman, tevî hemû kaosa li Sûriye lidare,  Kurdan karîn herêmeke ewle avabikin. Û  anî ziman ku li  herêma Kurdan a bi ewle bi qasî şêniya xwe penaber lê bi cîh bûne. Klute da diyar kirin ku Kurd kocberên berê xwe dana wan jî  di parêzin û hemû derfetên xwe bi wana re parve dikin,  û got; Pêwîste civaka navnetewî vê yekê bibîne û ji bo şandina alîkariyên mirovî zext li ser Tirkiye were kirin. Pêwîste Tirkiye ne rolekî astengker rolekî hêsankariyê bilîze.

Di pirojebiriyarê biryara hatî pejirandin de êrîşên li ser Kurdan û Ermeniyan hatin şermezar kirin. Bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên Dewleta Îslam Êraq û Şam (DAIŞ) ku ji serê meha Adarê ve li ser Kobanê berdewam dike û ev êrîş hatin şermezar kirin. Her wiha di biryarê de bi awayekî vekirî destek ji  herêma Kurdan re hat nîşandan.

Wekî din pirojebiriyarê da xuya kirin ku di şer de bêtir Jin û zarok bêne qurban, nêzî 150 hezar kes hatina kuştin, 9 milyon kes kocber bûne jê  6.5 di nava Sûriyê de ne û 2.5 milyon kes kocî derveyî Sûriyê bûne li wealtên derdor bi cih bûne di rewşên zor û zehmet de jiyan dikin.

Parlemantoya Ewropa banga alîkariya mirovî kir û bi teybet ji ser bi sînorê Tirkiyê re vekirina riyên ewle ji bo alîkariyia mirovî kir.

PUKmedia / ANF`ê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket