Fermandarê giştiyê YPG: DAIŞ li Kobanê têk çû xendeq destpê kir

kurdistani 04:28 PM - 2014-04-18
Fermandarê giştiyê YPG: DAIŞ li Kobanê têk çû xendeq destpê kir

Fermandarê giştiyê YPG: DAIŞ li Kobanê têk çû xendeq destpê kir

Fermandarê giştiyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê da xuyakirin ku êrîşên li dijî Kobanê bi temamî hatine şikandin û DAIŞ li dû vê têkçûnê wê tine bibe. Her weha bal kişand ser kolandina xendekên li ser sînorê bakûr û başûr û diyar kir ku ev hêz dixwazin bi ambargoyê re sîstema me vala derxînin.

 Di hevpeyvînekê li gel ajansa Firatnewsê re teqez li wê yekê kir ku, çawa êrîşên li dijî Kobanê hatine pûçkirin, wê gelê Rojava bi berxwedana xwe re xendekan jî pûç bike. Sîpan Hemo got: "Tişta ku mêtîngeran nekarî bikira, PDK îro bi kolandina xendekan hewl dide bike. Piştî êrîşa DAIŞ'ê em li benda rewşeke bi vî rengî bûn û ji vê re jî amade bûn.”

Her weha  Hemo, di serî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran, bang li hemû hêzên li Başûrê Kurdistanê jî kir ku li hemberî van hewldanên PDK'ê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.

di berdewamiya axaftina xwe de Sîpan Hemo got: “Hêzên ev êrîşên sê salan ên li hemberî me organîze dikin, me zanîbûn ku êrîşên cudatir plan dikin. Ev mijara xendekê jî ev bi xwe ye. Rasthatinek nîne ku Tirkye û PDK'ê di heman demê de li dora Rojava dest bi kolandina xendek kirin.”

Fermandarê giştiyê YPG bal kişand ser serkeftina YPG li kantona Kobanê û got: “Her çendê ev serketin bi saya berxwedana dîrokî ya YPG'ê bû jî dixwazim li vê derê destnîşan bikim ku ev serketin ya tevahiya gelê Kurd e. Bi bakur, başûr, rojhilat, rojava û dîasporayê re miletê Kurd bi temamî li pişt YPG'ê rawestiya, destek dayê. Ne tenê gelê Kobanê tevahiya Kurd li pişt YPG'ê bû.”

Di beşek din ya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd div ê demê de, Hemo got: “Ev yekitiya dîrokî ya Kurdan, hemû planên dijminên me pûç kir. Ev yekitî û sekna Kurdan di heman demê de ji bo dijminên me rewşeke nû ye. Dîtin ku Rojava, Kobanê êdî ne bi tenê ye, li pişt wan tevahiya gelê Kurd heye û têkbirina Kurdan jî mîna berê ne hêsan e, ne pêkan e.”

Li dawiya hevpevîna xwe de jî Sîpan Hemo cext li wê yekê kir ku ew li dijî xendekan amade ne, xendekan dikolin, çi dikin bila bikin dê bi ser nekevin. Gelê Rojava êdî tama azadiyê girtine. Bi sedsalane xeyala ku dihat kirin îro li Rojava tê jiyîn. Gelê Rojava dê ji van pêngavan xwe şûnde negirin.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket