Çîn: Zarokekî bi 4 ling û 4 destan ji dayîk bû

kurdistani 11:55 AM - 2014-04-18
Çîn: Zarokekî bi 4 ling û 4 destan ji dayîk bû

Çîn: Zarokekî bi 4 ling û 4 destan ji dayîk bû

Li bajarê Giwangdon ya Çîn`ê, zarokek bi senga 3 Kîlogram  ji dayîk bû ku 8 ling û destên wî hene û piştî derbasbûna 13 rojan li ser ji dayîkbûna wî neştergerîek bi armanca jinavbirina dest û lingên wî yên zêde ji bo wî hatiye encamdan û piştre rewşa wî ya saxlamiyê roj bi roj baştir bû.

Hatiye ragihandin ku sedemê vê yekê jiber ku dayîka wan zarokan  bi du zarokan avês bû, lê jiber ku yek ji wan zarokan  seqet bû, lewra lebetên wî bi yên birayê wî rezeliqîne û pêve heliyane.

Pizîşkan keşif kirin ku, ew zarok tûşî nexweşiya Dil jî bûye, lewra ew xistine jêr çavdêriya hejmareke pizîşkan.

Di vê derbarê de bavê zarok aşkere kir ku, ew berpirsê nexweşiya wan zarokane ji ber ku, wî hevjîna xwe piştguh xistiye û ew nebiriye pizîşkan,tenê ew li pey qezenckirina pare û kar ketiye û dibêje: Ev yeka ji bo min bû ezmûn û waneyek.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket