Rêjîmê Şêxmeqsûd topbaran kir û li Kobanê çekdarên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 07:34 AM - 2014-04-17
Rêjîmê Şêxmeqsûd topbaran kir û li Kobanê çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Rêjîmê Şêxmeqsûd topbaran kir û li Kobanê çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Rêjîma Sûrî taxa Şêxmaqsûd Şerqî ya Helebê ku piraniya şîniyên wê Kurdin bombebaran kir, her wiha hate ragihandin ku li herêma Kobanê di encama pevçûnên di navbera DAIŞ û YPG`ê de lidaketine 2 çekdarên DAIŞ hatine kuştin.

Îro pêncşemê 17 / 4 / 2014`e, jêderekê ji PUKmedia yê re ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî taxa Şêxmaqsûd şerqî ya Helebê ya  piraniya şêniyên Kurdin, da ber topan, jêderê da xuya kirin ku di encama topbarana bê armanc a hêzên rêjîmê heya niha 3 welatî birîndar ketine û  diyar kir ku hêja topbaran bi ser taxê ve berdewam e.

Ji aliyekî din ve li nêzî gundê Xirab Ato ya dikeve rojavayê Kantona Rojavayê Kurdistanê Kobanê 2 çekdarên bi ser rêxistina Dewleta Îslamî li Êraq û Şam DAIŞ ji aliyê YPG`ê ve hatin kuştin.

Bi heman babetê ve girêdayî komekê ji terorîstên bi ser rêxistina terorê DAIŞ hewldan ji aliyê rojava yê Kantona Kobanê ji aliyê navçeya Şiyox ve ji aliyê girê di gundê Cib El-Ferec êriş bike, lê rastî berxwedana hêzên YPG`ê hatin û di encamê de 2 çekdarên DAIŞ birînar ketin, dîsa li heman Kantona Kobanê ji aliyê rojhilat ve vê care DAIŞ gundên Qiz Elî, Bîrkêtik û Viyontî bi çekên giran û topên hawan top baran kirin, her wiha 2 çekdarên DAIŞ li gundê Sosik ji aliyê YPG`ê ve hatin kuştin.

PUKmeida / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket