PDK`ê û Goran derbarê avakirna hikûmetê de lihevkirin

kurdistani 07:54 PM - 2014-04-17
PDK`ê û Goran derbarê avakirna hikûmetê de lihevkirin

PDK`ê û Goran derbarê avakirna hikûmetê de lihevkirin

Îro pêncşemê 17 / 4 / 2014`e piştî nîvro, Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê û Bizûtnewa Goran derbarê akirnina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û dabeşkirina postên wezeratan de lihav kirin û rêkeftinek lidarxistin.

Piştî ku civîna di navbera herdu şandên danûstandinên PDK`ê û Goran de bi dawî bû, herud aliyan rêkeftina dabeşkirina post û wezeratan di navbera xwe de mor kirin, derbarê lihevkirinê û rêkeftinê de, nûnerê PDK`ê û endamê Polîburoya PDK`ê  Fadil Mîranî û nûnerê Goran Omer Seîd Elî di kongireyeke rojnamevanî de, du da xuyaniyên kurt dan.

Fadil Mîranî ji aliyê xwe ve got; Bi armanca ku  di çar salin pêş de aramî û aştî bête afrandin ev rêkeftin hate lidarxistin.

Nûnerê Bizûtnewa Goran jî ji aliyê xwe got: Me rêkeftina beşdarbûne di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê mor kir û evin postên me wergirtine;( Seroketiya Parlemantoya Kurdistanê, Wezerata Pêşmerge, Wezerata Darayî, Wezerata baziganiyê û pêşesaziyê, Wezerata Ewqaf, seroketiya Desteya vebirhênê li Herêma Kurdistanê û wekîleta wezerata navxweyî).

Her wiha Omer Seîd Elî da xuya kirin ku wê hefteya bê Parlemantoya Herêma Kurdistanê bicivê û desteya Seroketiya Parlemanê hilbijêre.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket