Seidî Ehmed Pîre tekez li ser serkeftina lîsta 266 kir

kurdistani 05:58 PM - 2014-04-17
Seidî Ehmed Pîre tekez li ser serkeftina lîsta 266 kir

Seidî Ehmed Pîre tekez li ser serkeftina lîsta 266 kir

Endamêpolîtburoya YNK`ê Seidî Ehmed Pîre di civîna xwe de ligel fewca yekem a ser  bi Lîwaa 112 a ser bi malbanda rêxistinên YNK`ê li Mûsil û ciwanên  Başîqa, tekez li ser serkeftina lîsata 266 a YNK`ê li Parêzgeha Nînewa kir.

Di destpêka civînê de Seidî Pîre rewaşên li Êraqê bi giştî û bi teybet li Mûsilê hiligirt dest û nirxandin , û da xuya kirin ku ew hêvîdarine lîsta YNK`ê ya bi jimar 266 û di bin siya nasyariya namzetên wê yên bi dilsoziyê xwe têne nas kirin, deng bêtir bi deswt bixînin di hilbijartinan de.

Her wiha endamê polîburoya YNK`ê tekez li ser name û pirograma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya di hilbijartinan de, ya li gorî polîtîka (çebke gulan ) a Serok Mam Celal  birêve diçe kir.

Ji aliyê xwe ve fermandarên Fewca yekem ji Lîwaa 112 tekez li ser peyman û dilsoziya xwe bi YNK`ê re û parastina refên YNK`ê kirin.
 Wekî din di çarçova gera endamê Mektaba siyasî li qeza Başîqa ligel hejmarek ji ciwanên Başîqa civiya û di civînê de tekez li ser rola ciwanan Başîqa di pitgirîkirina ji piroseyên YNK`ê re kir,  ta ew ji aliyê xwe ve aramanc û hêviyên xwe bi dest bixînine, ciwanan  ji aliyê xwe ve tekez kirin ku dê ewê  dengên xwe bi din  lîsata YNK`ê lîsta 266 .

PUKmedia / Pukpb 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket